ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.,

Di dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de bi dehan destanên lehengiyê hatin nivîsandin. Yek ji van jî li dibistana seretayî ya gundê Serzûrî yê Kobanê ji aliyê 12 ewladên Kurd ve hate nivîsandin.

Serokê Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Emîn Gun got, "Hêzeke welê ya ewlekariyê li hemberî me heye, ku haya xwe ji polîtîkaya bêcezahiştinê heye" û destnîşan kir ku ti ji endamên dewletê yên ji kuştina bi wesayitên zirxî hatiye cezakirin nîne.

Endamê Fermandariya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Şiyar Şevger qala Fermandarê YPG’ê Rênas Roj ê 19’ê Tebaxa 2021’ê di encam bombebarankirin wesayîta wan a li ser rêya Elî Fero şehîd bû kir.

Meşa Dirêj a Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Têkoşer îro bi dawî dibe ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bajarê Kolnê ber bi bajarê Aachenê dest pê kir.

Jiyan (Zeynep Erdem) ji aliyê PDK'ê ve li Etrûşê 12'ê Îlona 1995'an hate şehîdxistin. PDK hîn jî ewladên leheng ên gelê Kurd qetil dike; Jiyan jî pêşengiyê ji têkoşîna li dijî xiyanetê re dike.

Neteweyên Yekbûyî hişyarî da, heta ku welatên dewlemend peydakirina derziyên Covid-19 zehmet bike, wê welatên herî xizan ji aliyê aborî ve heta sala 2025'an bi 12 trilyon dolarî bikevin rewşeke hîn nebaş.

Sirbistanê û Sirpên Bosnayê biryar dan ku bikaranîna alfabeya Kîrîlê bêhtir zêde bike.