ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Dilzar Dîlok: Pîvana destpêkê ya jiyana azad a gelê Kurd azadiya Rêber Apo ye. Ji bo Kurdan jiyana azad tê wateya avakirina civakîbûna xwe, damezrandina sîstemeke azad, rizgariya ji zextên faşîzmê û têgihiştina nirxên berxwedanê.

- Serokê Partiya Çep a Ewropayê Heinz Bierbaum got, "Em piştgiriyê didin hewldanên ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê" û xwest, PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin.

- Bi mehan e li Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedana gerîla ya li dijî dewleta Tirk dewam dike. Gerîla Xwînda Kobanê û Amed Efrîn diyar kirin ku êriş û teknîka dewleta Tirk a dagirker hatine pûçkirin.

- Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Misrê yê berê Cemal Biyûmî anî ziman ku Tirkiye hemû pîvanên navdewletî binpê dike û got: "Ji ber polîtîkayên dewleta Tirk her ku diçe rewşa aborî ya Tirkiyeyê xirab û aloz dibe."

- Ji meşvanên dirêj ên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê Mehmet Xan yek ji mînakên serpêhatiya Şoreşa Rojava ye.

- Endama Desteya Giştî ya PYD'ê Erîfe Bekir destnîşan kir ku Deriyê Sînor ê Sêmalkayê li ser daxwaza Tirkiyeyê hatiye girtin û got, ev rewş zerarê hem dide Rojava hem jî Başûrê Kurdistanê.

- TCŞ û TÊKO-JIN li ser kampanya îmzeyan a ji bo derxistina PKK'ê ji 'lîsteya terorê' daxuyanî dan û ji bo serxistina kampanyayê bang li ciwanan kir ku tevlî bibin.