ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku PKK hîn ji destpêkê ve bû tevgereke bawerî û îmanê û got, "Tu yê ji xwe bawer bike, tu yê têbikoşe û çareseriyê biafirîne."

- Parêzer Mihemed Emîn Naîmî got, tecrîd ne tenê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û destnîşan kir ku sîstema tecrîdê li dijî gelê Kurd û gelên bindest e.

- Serokê Giştî yê CÎK'ê Hafiz Tûrhalli anî ziman ku dewleta Tirk ji ber ku li dijî gerîla neserketî ye, çekên kîmyewî bi kar tîne. Tûrhalli destnîşan kir ku her kesên Misilman û xwe 'mirov' dibîne divê li ber artêşa Tirk rabe.