ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Endamê Însiyatîfa Defend Kurdistan Dr. Mechthîld Exo diyar kir ku Elmanya xwedî li polîtîkayên qirêj ên Tirkiyeyê derdikeve û got, "Dewleta Elman naxwaze pirsgirêk bi rengekî polîtîk bê nîqaşkirin û dibe parçeyek ji şerê li dijî Kurdan."

- Dîroknasê Yewnan û teorîsyenê civakî George Katsîafîcas diyar kir ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan divê li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bê darizandin. Katsîafîcas OPCW jî rexne kir ku siyaseta hêzê dimeşîne.

- Hunermend û nivîskaran nerazîbûn nîşanî qedexeya li ser çand û zimanê Kurd nîşan dan û gotin, hişmendî û sekna neteweyî helwesta herî baş a li hemberî qedexeyan e.

- Ji bo pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî ku her sal bi kevneşopî tê lidarxistin, bang hate kirin ku çîrok û helbestên bi Kurdî, Tirkî û Elmanî heta 14'ê Tebaxê ji navnîşanên diyarkirî re bêne şandin.

- Li Elmanyayê enflasyon gihîşt ji sedî 7.9'an û bi vî rengî derbasî asta herî bilind a 50 salên dawî bû.