ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

-Heke Rêber Apo armancek nedaniya ber xwe, li ber Kurdan ti qederek jî nehatibû hiştin ku bijîn. Ji ber ku ti adaleteke îlahî jî nebû ku vê binivisîne. Ti hêzê nedizanî di serî de mêtingeriya Tirk milliyetgiriya herêmê ya çewisandî wê berê qelema xwe bidin kûderê. 

-Ji 10 gerîlayên li tunelên şer ên li Girê Sor 3 jê rizgar bûn: Em zanin ku me bi têrkerî qala wan nekir. Ya ku me diêşîne jî ev e. Barê me êdî girantir e. Wezîfeya me ye ku em wan vebêjin.

-Hevserokê Meclîsa Kobanê Mustafa Îto got dewleta Tirk ji bo ku modêla Bakur-Rojhilatê Sûriyê tasfiye bike, bi çavtirsandinê qadên dagirkirî berfireh bike û ji bo ku civaka Tirk a din av krîzê de manîpule bike, êrîşê tîne.

-Gulê Guneş, xwîşka Halîl Guneş ê ku ev 29 sal bûn girtî bû û beriya ku were berdan bi 11 rojan ji hicreya ku lê dihate girtin cenazeyê wî derketî, got, ‘’Dilê birayê min tenê ji bo Kurdistanê dikutkutî, digot, ew hemû berxwedana xwe deyndarî vê evînê bûye.’’

-Meşa Dirêj ku her sal tê kirin îsal bi pêşngiya ciwanên Kurd bi çarçoweya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ di navbeyna 06-11’ê Sibatê de li Fransayê wê were kirin.