ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Êrişên dagirkeriyê yêna rtêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
Ji gerîlayên YJA Starê Nûdem Farqîn û Dîrok Amed diyar kirin ku dewleta Tirk bi hêza teknîkê nikare îradeya gerîla bişikîne.
Endama Meclîsa Gel a Xanesorê Nûrê Şengal bi wesîleya salvegear 6'emîn a rizgarikrina Şengalê ji çeteyên DAÎŞ'ê got, "Em ê heta dawiyê xwedî li vê xakê derkevin ku xwîna şehîdên me lê hate rijandin."
Parêzer Berdan Acûn got, divê baroyên alîgirê mafên mirovan piştgiriyê bidin serlêdana wan a ji bo 'mafê hêviyê' ku ji bo Abdullah Ocalan û hin girtiyên din karibin sûdê jê werbigirin.
Ji gelê xwecihî Jan Hufenbach ji ANF'ê re axivî û ragihand ku li qiraxa Çemê Neisseyê û li ser sînor polîs zêde bûne û got, li gorî texmînên wan bi deh hezaran penaber li herêmê hene
Parlamentera HDP'ê Serpîl Kemalbay anî ziman ku ya li navbera Polonya û Belarusê asê maye mirovahî ye û got, "Nediyar e ku sibe kî ji me bibe penaber. Divê em mafên penaberan bi qasî mafên xwe biparêzin."