ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Riyad Selahaddîn anî ziman ku PDK'ê hêzên Roj ji bo destwerdana li Şoreşa Rojava û dijberiya li PKK'ê ava kir û got, "Nêzî 6-7 sal in hêzên PDK'ê hemû di bin kontrola MÎT'ê de ne."

- Îsal li ser bingeha dubareya provokasyona 5'ê Hezîranê atmosfera şer ji nû ve hate afirandin. Eger dewleta Tirk nikare encamê bi dest bixe wê PDK bikeve dewrê. Eger PDK dawî li amadekariyên xwe nîne dibe ku bibe sedema şerekî ku ne li xêra gelê Kurd e.

- Efrîniyên ku piştî dagirkeriya dewleta Tirk li Şehbayê bi cih bûn, bi hêviya vegera li Efrînê ne. Efrînî bi biryar in ku heta rizgarkirina warê xwe li ber xwe bidin.

- Hunermend Sîrwan Bêlanê bal kişande ser metirsiyên fîlm û rêzefîlmên Tirkî li ser civaka Başûrê Kurdistanê û got; “Tirkiye ji bo derbê li destketiyên civaka Kurd bixe, fîlm û rêzefîlman weke amûrekê bi kar tîne."

- Ciwanên penaber ên Wargeha Mexmûrê berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê silavkirin û bang li ciwanên Kurd kirin ku cihê xwe li nava refên gerîla û têkoşîna şerê gelê şoreşgerî bigire û azadiya Rêber Apo misoger bikin.

- Dadgeha Tirk 9 kesên ku ji ber endamên komîsyona şopandina pêvajoya çareseriyê bûn hatin girtin, bi 'endametiya rêxistina terorê ya çekdar' sûcdar dike. Mûazzez Orhan got, desthilatdarî hewl dide xwe rizgar bike.

- Neteweyên Yekbûyî ragihand ku nêzî sal û nîveke li Somalî ji ber ziwatiyê hejmara mirovên ji cih û warê xwe bûne, zêde bûye. Li herêmê çar demsalan li ser hev baran nebariya ye.