ROJEVA 14'Ê ADARA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 14'ê Adara 2020'an.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sebrî Ok destnîşan kir ku tesfiyekirina faşîzma Erdogan wê bibe tesfiyekirina hişmendiya mêtinger a sed salî û got: “Hemû bûyer di vî warî de ne. Dibe bi TC’ê re şerê me yê dawî be.”

Dewleta Tirk a li aliyekê koçberên Sûriye yên li Tirkiyeyê li otobusan swar dikin û bi zorê dişînin sînorê Yewnanistanê, li aliyê din li dibistanan di bin navê ‘alîkariya ji bo koçberên li Idlibê’ ji xwedekaran pere kom dike.

Federasyona Elewiyên Demokratîk ên Ewropa (FEDA) ji ber pandami ya Covîd-19 hemû çalakiyên xwe yên li Elmanya betal kir.

Li Kamap Kurdan a li bajarokê Lavrîo yê girêdayî paytexta Yewnanistan Atînayê Qetlîama Qamiîlo û yên di berxwedana Sûrê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn.