ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan li dijî terora faşîst a AKP-MHP'ê bal kişand ser pêwîstiya bi tundiya şoreşgerî û got, "Bi berxwedana topyekûn em dikarin têk bibin. Divê her rêbaz bê bikaranîn. Dubare dikim; her rêbaz."
Ji fermandarên YJA Starê Leyla Amed destnîşan kir ku artêşa Tirk li gel teknîk û kelehên xwe ditirse û got, "Wê her tim bi vî rengî bitirsin. Ji ber ku dijmin jî zane; Kurdistan bêxwedî nîne."
Meşa Dirêj ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jin ên Têkoşer ve ji bajarê Kolnê yê Elmanyayê ber bi bajarê Aachenê ve dest pê kir, di roja çaremîn de ye.