ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku her meha salê ya têkoşîna azadiyê meha şehîdan, her roj jî roja şehîdan e û hate gotin, "Berxwedana gerîla ya li çar aliyên Kurdistanê li ser xeta şehîdan e."
- Parêzer Faîk Ozgur Erol anî ziman ku CPT li gorî hevsengiyên li Tirkiyeyê serdana Îmraliyê dike û got, "Divê CPT êdî nebe hevparê tecrîdê."
- Mûhammed Elîzade yê ji Rojhilatê Kurdistanê yek ji hezaran şehîdan bû ku xak û welatê xwe parast. Elîzade jiyana di bin dagirkeriyê de red kir û ji bo parastina xaka xwe berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
- Li Îranê raperîna gel û dijberiya dewleta Îranê ya li hemberî vê berxwedanê dewam dike. Araz Bagban ê Îranî diyar kir ku ji bo raperîn veguhere şoreşê di vê astê de ji aliyê hejmarî û naverokê ve divê pêngavekê bike.