ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2021'AN

Li Kurdistanê û cîhanê rojevên ku derketin pêş...

-Êrên artêşa Tirk û PDK'ê û geşedanên pê ve têkidlar wê werin şopandin.

-Çekdar Gabar ê HPG’yî ku çalakiya li Girê Pîramîtê ya herêma Şûkê ya Avaşînê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker vegotî, diyar kir Şerzan Qaşûrî û Pîrdogan Amed ên şehîd ku di çalakiyê de cih girtin hêzeke mezin dane wan.

-Nivîskar û Rojnamevan Hesen Cûdî işaret bi piştperdeya mijara koçberiyê kir û got, "Beşek ji koçberiyê wek helwesteke li dijî desthilatdarên Başûr e, lê beşek jî encama hewldanên dewleta Tirk ên ji bo guhertina demografiya herêmê ye."

-Endamê Cîhan Collektîvê Jan Theûrîch derheqê drama penaberan a li ser sînorê Polonya-Belarûsê axivî û got tişta ku li vir dibe ji bikaranîna penaberan a bi destê Erdogan ne cihêtir e.


-Erbaş ê HDP’yî diyar kir divê Dadgeha Bingehîn doza girtina HDP’ê red bike, bang li hêzên demokratîk kir ku li HDP’ê xwedî derkevin û got,’’An na dibe ku sibe dor were ser we jî’’

-Ji bo saziyên navnetewî ku di tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de rola wan heye û bi bêdengiya xwe dikin ku tecrîd bidome tevbigerin û dev ji helwesta xwe biqerin li Strasboûrgê wê meşeke girseyî were kirin.

-Bi daxuyaniya ku dewleta Tirk a ku li Kurdistnae çekên kimyewî bi kar tîne ji hêla saziyên navnetewî ve were cezakirin û ev sazî bi rola xwe rabin li gelek welatan wê meş û mîtîng bêne kirin.