ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Ji fermandarên berê yên artêşa Iraqê û hêzên PDK'ê Riyad Selahaddîn got, ne ji piştgirî û motîvasyona gerîla bûya, DAÎŞ dikarîbû bikete nava Hewlêr û Zaxoyê.

- Xalîse Mihemed û hevserê wê Adnan Hisêyin ku salên 1980'î Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê nas kirin, diyar kirin ku bi vê naskirinê re jiyana wan guherî.

- Di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya 'Film in Focus' de ku li paytexta Romanya Bukreşê hate lidarxistin, belgesela Hêza hêjayî xelata belgesela herî baş hate dîtin.

- Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) ji damezrînerên tevgerê Zîlan di salvegera yekemîn a şehadeta xwe de bi daxuyaniyekê bi bîr anî.

- Li gel nerazîbûna rêxistinên civakî yên sivîl û Neteweyên Yekbûyî, hikumeta Johnson wê dest bi şandina koçberan ji bo Rûandayê bike. Koma destpêkê roja Sêşemê tê şandin.