ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Ji Fermandarên Biryargeha NPG'ê Amed Malazgîrt anî ziman ku dewleta Tirk nikare bi berxwedana gerîla, lewma gaza kîmyewî bi kar tîne û got, "Hevalên ku di êrişên dewleta Tirk de şehîd bûn, ruhê berxwedanê yê PKK'ê nîşanî dost û dijmin dan."

Roja 5'emîn a Berxwedana Rûmetê: Ji bo banga rawestandina şer bikin serê sibehê bi rê ketibûn. Piştî ku gihîştin Serêkaniyê bûn hedefa balafirên şer ên Tirk. Rojnamevan û endamên saziyên mafên mirovan jî di nav de bûn. 12 kes şehîd bûn, 74 jî birîndar.

Garo Paylan ê HDP'î diyar kir ku ji bo guh bidin daxwazên gel ew civîn û serdanan dikin û got, "Ji bo ev daxwaz di qanûna budçeyê de pêk werin, em ê têkoşîna xwe li meclîsê mezin bikin."

Piştî 10 salên din wê li ezmanan bûyerek biqewime ku di temenê xwe de em ê yekemcar bibînin. Yek ji dûvstêrkên ehrî mezin wê di nava sîstema me ya rojê de derbas bibe.

Kansera pêsîrê ya sê alî ji ber nebûna tedawiyê bi salan weke ya herî agresîf hate dîtin. Lê belê bi zêdebûna rêyên tedawiyê ev fikir tê guhertin.