ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Baz li Girê Sor şehîdê pêşîn bû, bivê nevê bandora wê çêbû lê bi hemûyan re hesta tolhildanê geş bû. Hemûyan dizanîn ku Baz ne şehîdê yekemîn û wê ne yê dawîn be. Beşa 3'emîn.

- Gerîlayan diyar kirin ku  hesabê artêşa Tirk li bin guhê berxwedanê ket û gotin, "Em ê heta serketinê şer bikin. Em ê bi ser dijmin ve biçin."

- Bavê şehîd Bîtrûs Beşîr ê ji gelê Suryanî got, "Weke bavekî ez diêşim, lê belê pê zanim ku şoreş jî bêberdêl nabe."

- Berdevkê Liwa Şemal Mehmûd Hebîb diyar kir ku armanca girtina deriyê sînor ji bo têkbirina Rêveberiya Xweser e û bang li civaka navdewletî kir ku li dijî van êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekine.

- Hemdan El Ebid ragihand ku dewleta Tirk bi hedefgirtina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji xwe re krîzên navxweyî derdixe û got, dewletên Ereb bi awayekî cidî li hemberî dewleta Tirk a dagirker derneketin.