ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Endamên Meclîsên Gel ên Şengalê bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan û gotin: ”Rêber Apo hêviya azadiyê ya gelên cîhanê ye.”

- Mihemed Elîzade bi nasnav Helo Mehabad sîstema dagirkeriya dewleta Îranê nepejirand û rêya tevgera azadiyê li hember vê rejîmê dît, lê ji ber nebûna rê, bi salan li bendê ma. Di sala 2010an de rêya çiyayên bilind ên Qendîlê girt û bû yek ji bazên bilind ên çiyayên Kurdistanê.

- Îbrahîm Omer yek ji ciwanên Başûrê Kurdistanê ye ku piştî bavê wî çîroka lehengiya şehîd Gulnaz Karataş (Bêrîtan) jê re vedibêje; evîndarê helwesta qehremanane û li dijî xiyanetê dibe û ji bo vê jî li ser îdeolojiya PKK’ê lêkolînan dike. Îbrahîm Omer rêyek pîroztir ji PKK’ê nabîne.

-  Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê, bi armanca şermezarkirina sûcên şer ên dewleta Tirk û ji ber ku li dijî gelê Kurd çekên kîmyewî bi kar tîne wê meşeke bê lidarxistin. Li hin navendên din jî wê çalakî bên lidarxistin.

-Artêşa Tirk a ku di şerê dawî yê Zapê de cenazeyên leşkerên xwe şewitandin, di sala 2011’an de li Farqînê jî 13 leşkerên xwe bi saxî şewitandibû. Di sala 2009'an de li Çelê di encama teqîna mayineke ku ji aliyê Fermandarê Tûgayê ve hatibû bicîkirin 7 leşker miribûn.

- Endamê OHD'ê parêzer Berdan Acûn, bikaranîna çekên kîmyewî di hiqûqa navneteweyî de nirxand. Berdan Acûn got, "Divê NY vê mijarê bixe rojeva xwe û ji bo pêşiya rêxistinên navneteweyî yên ku diçin herêmê û lêkolînan dikin neyê girtin divê tevdîran bistîne."

- Rêveberê berê yê PDK'ê Îsmaîl Elî Îsmaîl axivî û diyar kir ku bêdengiya li hemberî hovîtiya çekên kîmyewî yên dagirkeriya Tirk di heman demê de êrîşa li dijî destkeftiyên Başûrê Kurdistanê ye.

-Serokê Giştî yê PÎK'ê Hikmet Serbilind, diyar kir ku hovîtiya artêşa Tirk a li qadên gerîla berdewamiya pêkanînên çeteyên DAIŞ'ê ye û got, "Hemû zindiyên li Kurdistanê, bi ser de cenazeyên xwe jî tine dikin. Ev di Îslamê de guneh e û heram e."

- Endama TAJÊ Kinê Xidir jî diyar kir ku berxwedana Şengalê bi saya gerîlayên azadiya Kurdistanê pêk hat û got, "Di fermanê de tenê gerîla li cem me bûn, wan jî xeyala me ya rizgarkirina Şengalê pêk anî."