ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Girê Qartal hem ji bo artêşa Tirk hem jî ji bo gerîla çepereke girîng e. Gerîlayên li vê derê piştgiriyê didin girên Mamreşo, Girê Sor û Silêman. Di heman demê de li tunelên şer ên li vê qadê berxwedanerke mezin nîşan dan.

Akademîsyen û rojnamevanê ji Başûrê Kurdistanê Kemal Çomanî got, koçberên ji Başûrê Kurdistanê yên li ser sînorê Polonyayê, ji ber rejîma zext, nelirêtî û talanê ya rêveberên PDK û YNK'ê reviyane.

Gefa Serokkomarê Tirk a li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê; daxuyaniyên ku piştî hevdîtinên bi Rûsya û DYE'yê re kir û gavên di vê çarçoveyê de avêt, nîşan dide ku planeke nû di dewrê de ye.

'Keştiya Azadiyê' ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Atînayê bi rê ket, wê li bajarê Napolî yê Îtalyayê bi rengekî girseyî bê pêşwazîkirin.

Federasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û bêdengiya hikumeta Elmanyayê dest bi kampanya îmzeyan kir.

Ji bo balê bikişîne ser êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, çalakiyên konvedanê yên li paytextên eyaletên Elmanyayê dewam dikin.

FED-MED'ê ji bo darizandina rayedarên dewleta Tirk ên çekên kîmyewî bi kar tînin, bal kişand ser meşa 13'ê Mijdarê ya li Dusseldorfê û banga tevlîbûnê kir.

Afirînerê sirûda neteweyî ya Kurd 'Ey Reqîb' Dildar piştî 83 salan îro koça dawî kir. Sedema mirina helbestvanê 30 salî Dildar hîn jî nediyar e.