ROJEVA 12'Ê HEZÎRANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Hezîrana 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Hezîrana 2019'an.
- Berdevkê Komîteya Dîplomasiyê ya TEV-DEM'ê Aldar Xelîl diyar kir ku pêvajoya Cenevreyê teviziye û ya Astana jî bi operasyona Îdlibê re di pratîkê de bi dawî bûye. Xelîl xwest, pêvajoyeke nû ya Cenevreyê dest pê bike ku Kurd jî di nav de hebe.
- Gelê Qamişloyê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê û hewldanên ji bo mayindekirina dagirkeriya li Efrînê bi hêrs e.
- Dewleta Tirk ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê dixwaze Xakurkê dagir bike û qada Bradostê vala bike. Gerîlayên HPG'ê diyar kirin ku wê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bi ruhê Şêladizê li dijî dagirkeran li ber xwe bidin.
- Pira dostaniyê ya navbera navçeya Friedrichshain-Kreuzberg a paytexta Elmanya Berlinê û bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê xurtir bû. Peymana şaredariya dostaniyê ya navbera her du şaredariyan de bi merasîmekê hate qebûlkirin.
- Hîndekara Zanîngeha Rojhilatê Londonê Dr. Camilla Power serdana zanîngeh û akademiyên li Rojava kir û got, divê li deverên cuda yên dinyayê 'şoreşa konfederalîzma demokratîk hîn bêhtir bê naskirin'.
- Amediyan diyar kirin, axaftinên Bînalî Yildirim ên li Amedê samîmî nîne û gotin, "Li Amedê dibêjin Kurdistan heye, li Stenbolê înkar dikin. Êdî bi gotina Kurdistanê nikarin ti Kurdî bixapînin."
- Piştî bêîteatiya sivîl a sê rojan a li Sûdanê di navbera leşkerên dest danîne ser desthilatdariyê û sivîlan de wê danûstandin dest pê bikin. Li gorî agahiyan Etiyopya navbeynkariyê ji hevdîtinan re dike.