ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Herêma Cizîrê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ku bi çandiniya xwe navdar e, ji ber birîna avê ya bi destê dewleta Tirk, ziwa dibe. Rêxistinên mirovî hişyariyê didin ku ev kiryarên dewleta Tirk dikare bibe sedema krîzeke nû ya mirovî.

Endamê Komîsyona Koçberan a Baroya Wanê Mahmût Kaçan got, qaçaxçitiya koçberan veguheriye endustriyekê û nayê cezakirin.

Li Elmanyayê, ji bo işaret bi êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî bê kirin, li paytextên eyaletan kon hatine vedan. Ev çalakiyên kon wê bêne şopandin.

Dêra Koçanis ku navenda olî ya Asûriyan e, tevî ku di ser re bi sedan sal derbas bûne hîn jî li ser piyan e.