ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Bûyerên têkildarî hewldanên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê wê werin şopandin.

Nerazîbûna li dijî êrişa hewayî ya dewleta Tirk a li ser Mexmûrê dewam dike.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan anî ziman ku Erdogan mehên derbasbûyî heyetek şand PKK'ê û got, "Erdogan got, 'li Bakur agirbestê ragihînin, li parçeyên din hûn çi dikin bikin, ne xema me ye'." Dibêje, nakokiyên we bi PDK'ê re heye, bi wan re şer bikin. Ev lîstikeke dijmin e."

Şêx Mihemed Tirkî Sûan nerazîbûn nîşanî rejîma Baas da ku Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dike hedef û got, "Rejîmê 7 bajarên xwe firoti dewleta Tirk. Eger li berjewendiyên xelkê Sûriyeyê difirkire bila biçe herêmên dagirkirî rizgar bike."

National Georgraphic ragihand ku ava li dora Antarktîkayê weke okyanûsa pêncemîn a cîhanê nas dike: Okyanûsa Başûr.

Li Komara Kongo ya Demokratîk, bi hezaran mirovên ku ji ber teqîna volkanê warê xwe terikandin, piştî çend hefteyan bi hêviya ku tiştek bi malên wan nehatiye vedigerin bajarê Goma û derdora wê.