ROJEVA 11'Ê GULANA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger ên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan pêk tên, wê werin şopandin.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser qadên Metîna, Zap û Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê wê werin şopandin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, faşîzma ku êrişî Başûr û Rojava jî dike, ji her derê xwe xwedî dike û got, "Berxwedan jî divê li her derê be. Hedef li her derê ye."

Parêzer Onûr Duşunmez anî ziman ku Tirkiye li dijî peymanên têkoşîna li dijî êşkenceyê tevdigere û bal kişand ser tecrîdê ku sûcê êşkenceyê ye.

Gundê Rizê yê navçeya Dara Hênê cihekî dîrokî ye ku derdora wê çiya ye. Di salên 1915, 1925 û 1993'an de 3 caran hate valakirin û şewitandin. Niha jî di bin gefa Santra Hîdroelektrîk (HES) de ye.

Yekîtiya Ewropayê biryara dadgeha Başûrê Kurdistanê ya li dijî rojnamevan û aktîvîstan rexne kir û di serî de darizandina adîl û azadiya îfadeyê bang kir ku di gelek mijaran de hurmet li mafên mirovan bê nîşandan.

Li Meksîkayê ku rêxistinên sûcê her sal bi hezaran kesî dikujin, bi hezaran jin daketin qadan û li aqûbeta zarokên xwe yên winda pirsîn.

Li gorî anketa dawî ya li Elmanyayê ye, eger îro hilbijartin bê kirin wê tifaqa CDU-CSU a li desthilatdariyê dengê xwe gelekî kêm bike.