ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Pêngava 'Li dijî tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê; dem dema azadiyê ye' salekê li pey xwe dihêle. Bi pêngavê re hesabên AKP-MHP'ê hatin xerakirin.

Wê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyên li ser banga TJK-E’yê ku li Elmanya, Fransa, Hollanda, Belçîka, Swêd, Swîsre, Avûstûrya, Îngîltere, Fînlandiya, Norweç û Danîmarkayê bên lidarxistin, protesto bikin.

Tevgera PDK’ê a li herêma Metîna ji havîna sala 2020’n ve ket pêvajoyekî nû. PDK’ê li herêmên Metîna û Heftanîn dest bi tevgera xwe ya leşkerî kir. Ji wê dîrokê û heta îro ji bo ku herêmên gerîla bixe bin kontrola xwe kete nava hewldanan.

Ji Fermandarên YJA Starê Pelşîn Koçgirî anî ziman ku planên dewleta Tirk a heta mehên havînê Herêmên Parastinê yên Medyayê bixîne, dîsa hesabê Şengal û Rojava dike hedef hemû vala çûn.

Endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslum diyar kir ku bi êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze gelê Kurd bê pêşeng û Kurdistanê jî bê Kurd bihêlin.

Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê têkilî qedexekirina Kurdî li Efrînê ya bi destê dewleta Tirk got, ‘’Li Efrînê, bi temamî Kurdî ji bernameyên perwerdê derxistin. Tevî ku cih û warên Kurdan dagir kirin û bi hemû şêweyan kiryarên dij mirovî li hemberî Kurdan pêk anîn, herî dawî di cih û warê gelê me de zimanê  wan jî qedexe kirin.’’

Endama Komîsyona Mafê Zarokan a ÎHD’ê ya Stenbolê Meletm Akboga a mirina Mîraç Mîroglû û qezayên wesayîtên zirxî yên hema bêje li bajarên Kurdan bûne karek ji rojane, nirxand, bal kişand ser polîtîkaya bê cezatiyê.

Weke her hefte wê îro jî çalakiyên Xizmê Winda û Dayikên Şemiyê bê şopandin.

Sekreterê Giştî yê NY'yê Antonîo Guterres ji bo ku balê bikişîne ser guherîna avûhewayê got cîhan bi devereke şaş ve diçe.