ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Ji fermandarên QSD'ê Çiya Firat destnîşan kir ku ew bi hêza xwe piştrast in û got, "Hêzeke me ya fedakar, wêrek û xwedî tecrûbe heye ku dikare gelên xwe biparêze. Amadekariyên me jî bi vî rengî ne."

Gerîlayên YJA Starê ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şer dikin, destnîşan kirin ku wê li ser xeta Bêrîtan têbikoşin û dijmin têk bibin.

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûazzez Orhan anî ziman ku budçeya sala 2022'an a ku cihê gel tê de nîne, bi daxwaz û fermana şexsekî ji bo Qesrê, ji bo şer û alîgirê wan hatiye amadekirin.

Serokê TÎP'ê yê Amedê Salîh Sargin ragihand ku tezkereya li meclîsa Tirk hatiye qebûlkirin ji bo fetisandina destketiyên Kurdan e û destnîşan kir, CHP a ku li ber tezkereyê rabû divê polîtîkayên xwe yên ji niha û pê ve jî li gorî vê yekê bimeşîne.