ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Pêngava 'Li dijî tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê; dem dema azadiyê ye' salekê li pey xwe dihêle. Bi pêngavê re hesabên AKP-MHP'ê hatin xerakirin.

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Salih Muslim êrişên PDK'ê yên li ser gerîla nirxand û got, "Yên ku bi ser qadên gerîla ve dişînin, pêşmerge nîne. Hêzên di bin fermana hin navendan de ye. Her kes zane ku ev bi kê ve girêdayî ne. Lîstikeke gelekî xetere tê lîstin."

Piştî destpêkirina karê HES'ê yê li ser Çemê Zîlanê, bi bilindbûna azot û fosfatê re bi hezaran masî mirin. Berdevkê Ekolojiya Zîlanê Mîr Bahattîn Demîr diyar kir ku rayedar sûc dikin û bang li raya giştî kir.

Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ê Wanê Çetîn Ûyar bang li hikumeta AKP'ê kir ku dawî li polîtîkaya tecrîdê bîne. Ûyar diyar kir ku zext û zora li ser girtiyên siyasî jî êdî bi rêk û pêk bûye.

Avaşîn ji bo Çiya Amed cihê hilanîna tola ji dijmin bû. Bênavber şer kir û piştre navê xwe li şînahiya Avaşînê nivîsand.

Polîtîkaya nû ya Îngilistanê ya li dijî koçberan, li Fransayê bû sedema nerazîbûnan.