ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Alaattîn Tûglûk diyar kir ku xwişka wî Aysel Tûglûk di nava şert û mercên girtîgehê de nikare rehet bibe û got, "Êdî nikare pirtûkê jî bixwîne, nikare li televîzyonê binere. Bi saetan di nava nivînan de dimîne. Divê teqez bê dermankirin."
- Girtiyê siyasî yê Kurd Ebdulmutalîb Ehmediyan ku dewleta Îranê 30 sal cezayê girtîgehê lê birî ye, bang li raya giştî û saziyên mafên mirovan ên gerdûnî kir ku li hemberî neheqiya li zindanên Tirkiyeyê bêdeng nemînin.
- Zexta li Kazakistanê giran dibe. Li gorî daneyên hikumetê, ku bi rengekî serbixwe hînê nehatiye piştrastkirin, di raperînê de nêzî 6 hezar kes hatine girtin û zêdeyî 160 kes hatine kuştin.
- Li New Yorkê agir bi avahiyekê ket. 9 jê zarok herî kêm 19 kes mirin. Şaredar ji bo vê yekê got, "Yek ji şewatên herî giran ê bajêr."