ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên şermezarkirina êrîşan wê werin şopandin.

- Gerîla Dilxwaz Teyî ku li Zapê şer kir, qala berxwedana mezin a li dijî êrîşên kîmyewî yên artêşa Tirk kir û got, leşkerên Tirk ji bo nekevin hundirê tunelan ji tirsa bi hev diketin.

- Fermandar Bargiran Erkendî ku di nava 17 salên gerîlatiyê de ji Xakurkê heta bi Garê, ji Mexmûrê heta Heftanînê li gelek qadan bi biryar û wêrekî şer kir, mîrateyeke mezin a berxwedanê li pey xwe hişt.

- Endamên Hêza Parastina Civakî (HPC) diyar kirin, ku ji bo parastina xwe û vegera li Efrînê wê berxwedaneke efsanewî nîşan bidin û destnîşan kirin ku wê teqez bibin mertalên zindî.

- Hejmara 491'ê ya rojnameya Serxwebûnê bi manşeta "PKK'ê herikîna dîrokê guherand" hate weşandin.