ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Abdullah Ocalan diyar dike ku li xeta Efganistan-Pakistanê yek ji felaketên herî mezin qewimiye û destnîşan dike ku kapasîteya Îslama radîkal an jî nerm nîne ku bibe sîstem, projeya BOP'ê ya DYE'yê jî nikare bi ser bikeve.

Çalakiyên 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê yên li Ewropa, Tirkiye û Bakurê Kurdistanê wê werin şopandin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok destnîşan kir, ku PDK divê dev ji zimanê xwe yê sûcdarkirinê berde, ku ji êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengal û Başûr PKK'ê berpirsyar nîşan dide. Sabrî Ok got, Êzidî wê li hemberî êrişan bi paş ve gavê neavêjin.

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan diyar kir ku jin divê li her derê rêxistinbûyî bin û got, "Em dest ji rêbaza kar a burokratîk û elît berdin. Modelên rêxistinbûnê biafirînin ku li her kesî tên."

Çalakiya 'Nobeda Azadiyê, ku li bajarê Strasbourgê yê Fransayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, bi ciwanên Kurd ên ji Hambûrgê dewam dike.

Aktîvîstê Defend Kurdistan Mazlûm Karagoz: Demên ku şer giran e, ew dem in ku herî zêde pêwîstiya me bi aştiyê heye.

Li Endonezyayê, DNA'ya ji îskeletekî hate wergirtin, cûreyekî nû yê mirovan eşkere kir.