Rêxistinên Elewiyan li gelek navendan daxwaza azadî û wekheviyê kirin - HATE NÛKIRIN

Rêxistinên Elewiyan li Îzmîr, Aydin, Mûgla û Balikesîrê li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê bi daxwaza hemwelatiya wekhev û azadiyê daketin qadan.

Yek ji çalakiyan li ber Navenda Çandê ya Tûrkan Saylan a li Alsancak a Îzmîrê pêk hat.

Di daxuyaniya li vir de pankartên li ser hatibûn nivîsandin, “Cemxane perestgeha me ye”, “Em dev ji daxwaza xwe ya hemwelatiya wekhev bernadin”, “Em di tûrik de nayên bicihkirin” û “Ez ê minetê xwe bi riya ku zaliman fermana wê dane neyînim” hatin vekirin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên, “Elewîtî maf e, Elewîtî heye”, “Ji baweriyan re azadî, ji gelan re wekhevî”, “AKP yasaya xwe bigire li ser xwe bide”, “Dewlet dest nede baweriya min” û “Em ê nebin Elewiyên dewletê” hatin berzkirin.

Nûnera Herêma Egeyê ya Federasyona Elewiyên Bektaşî Gulbahar Kaplan bertek nîşan da ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên AKP'ê yên li ser Elewiyan bêyî ku leza wan kêm bibe dewam bike.

Kaplanê got, “Elewiyên ku di sedsala yekemîn a Komarê de weke welatiyên wekhev nehatin dîtin, tê xwestin ku di sedsala duyemîn de bi temamî ji holê bên rakirin û baweriya wan bê tunekirin.”

Her wiha Kaplan di dewam axavtina xwe de destnîşan kir: “Di şeva roja ku me ev tişt got de, bi Biryarnameya Seokkomartiyê ve Serokatiya Çanda Elewiyên Bektaşî û Cemxane ya di bin banê Wezareta Çand û Tûrîzmê de hat damezrandin. Ev pêşnûme qanûna AKP’ê û biryarnameya Serokkomariyê bawerî û nasnameya Elewîtiyê înkar nake û nas nake, Elewîtiyê li gorî zihniyeta xwe pênase dike. Bi vê qanûnê Elewîtiyê weke hêmaneke çandî ya di bin kevneşopiya sunnî de nîşan dide û heqaretê li bawerî û nasnameya me dike.”

Gulbahar Kaplan da zanîn ku ew ê dest ji hezkirina jiyana hevpar bernedin û got, “Çawa ku em ê bawerî û perestgeha tu kesî pênase nekin, tu kes jî nikare bawerî û perestgeha me pênase bike.”

STENBOL

Qada Îskeleyê ya Kadikoyê yek ji navnîşanên çalakiyên li sê nuqteyên Stenbolê bû. Di çalakiya ku wekîlê HDP’ê Mûsa Pîroglû, SEP, TKH, Partiya EMEP, TOP, Sendîkaya Kedkarên Yekgirtî beşdar bûne de pankarta li ser wan hatibû nivîsandin, “Em dest ji daxwaza xwe ya hemwelatiya wekhev bernadin. Cem îbadeta me ye, Cemxane perestgeha me ye” hat vekirin û dovîzên bi nivîsa “Em mafên xwe yên welatîbûna wekhev dixwazin, ne biryarnameyê” hatin hilgirtin.

Serokê Şaxa Kadikoyê ya Komeleya Pîr Sûltan Abdal Îbrahîm Karakaya ku axaftina destpêkê kir got, “Em Elewî welatiya wekhev dixwazin.”

Karakaya îşaret bi wê yekê kir ku wê roja Sêşemê careke din paketa qanûnê bê nîqaşkirin û wiha pêde çû, “Elewîtî ne mijareke ku bi paketa qanûnan çareser bibe. Em di wê xalê de israr dikin ku teqez ev mijara kûr wê bi gotûbêjkirina bi aliyên wê re dikare çareser bibe. Li ser vê yekê em diyar dikin ku em ti carî qanûn û biryarnameyên ku wê bên derxistin qebûl nekin.”

Li ser navê saziyên Elewiyan Serokê Federasyona Weqfên Elewiyan Haydar Bakî Dogan daxuyanî xwend. Dogan bertek nîşanî vê qanûnê da û wiha got: “Bi vê qanûnê re Elewîtî di bin kevneşopiya Sunniyan de wekî hêmaneke çandî tê nîşandan û heqaretê li bawerî û nasnameya me dike.”

Di daxuyaniya hevpar de wiha hat gotin: “Em ê tu carî dev ji hezkirina xwe ya jiyana bi hev re ya li welatekî laîk û demokratîk ku cihêrengiya pirçandî û pir olî ya Anadolûyê nake yek reng bernedin. Em ê têkoşîna xwe ya Demokratîk li ser bingehên hiqûqî û yasayî bimeşînin û biparêzin.

AYDIN

Gelek kes beşdarî daxuyaniya li meydana Ataturk a navenda bajarê Aydinê bûn.

Li ser navê saziyên Elewiyan Serokê Şaxa Aydinê yê Komeleyên Çanda Elewiyan Kenan Turan metna hevpar a çapemeniyê xwend. Bi heman daxwazan li Qada Kaya Şavkay a navçeya Kuşadasiyê daxuyanî hat dayîn.

MÛGLA Û BALIKESÎR

Rêxistinên Elewiyan li Meydana Sinirsizlikê ya li navenda bajarê Mûgla û bajarokên Kycegîz, Fethiye û Ortacayê daxuyaniyên hevpar dan.

Daxuyaniyek jî li taxa Altinolûk a Balikesîrê hat dayîn.