Rêxistinên Elewiyan: Em ê li her herêmê kom bibin, têkoşînê mezin bikin

Rêxistinên Elewiyan li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên desthilatdariya AKP-MHP’ê ragihandin ku ew ê li her herêmê civînan lidar bixin û têkoşînê mezin bikin.

Federasyona Elewiyên Bektaşî, Federasyona Komeleyên Elewiyan (ADFE), Federasyona Weqfên Elewiyan (AVF), Konfederasyona Yekitiyên Elewiyên Ewropayê (AABK), Weqfa Çandê ya Anadoluyê ya Hacî Bektaş Velî, Komeleyên Çanda Elewiyan, Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD), Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) li dijî avakirina Serokatiya Cemxaneya Elewî û Bektaşî ya ji aliyê Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ve hat damezrandin, sîwanek ava kirin. Sazî û komeleyên Elewiyan li oteleka Taksîma Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin û li dijî biryara Erdogan derketin.

Serokê Federasyona Elewiyên Bektaşî Mustafa Aslan daxuyanî da û da zanîn ku ew 35 sal in daxwazên Elewiyan tînin ziman û heta niha tu daxwaz nehatiye qebûlkirin û ji bo daxwazên wan bên qebûlkirin li meclisê, bi rêya medyayê, hiqûqî û siyasî têkoşiyan e. Aslan destnîşan kir ku sazî û dezgehên Elewiyan ji bo daxwazên civaka Elewî bên bicihanîn serî li her rêbazê têkoşînê dane û desthilatiya heyî guhê xwe ji daxwazên naskirina baweriya Elewîtiyê re girtiye. Aslan anî ziman ku bawerî ango welatiyên Elewî li vî welatî ne pirsgirêka “ewlehiyê” ne, Elewî laîkbûn û demokrasî û azadiyê dixwazin û desthilatdariya ku guh nade daxwazên wan mîna ku Elewî pirsgirêka “ewlehiyê” bin tevdigere.

Aslan diyar kir ku pêwîste her bawerî û çand bi xweseriya xwe bijî û divê azad be û got: “Pêwîste dewlet xwe tevlê baweriyan neke û xwe jê dûr bixe. Niha jî ev desthilatdarî rabûye ji bo Elewiyan qanûnek amade dike. Qey mirov dibêje hemû daxwazên me yên bi salane em tînin ziman hatine qebûlkirin û radibin daxwaza Elewiyan di qanûnekê de bicih dikin. Ev desthilatdarî bi çavê ku mîna daxwazên me qebûl kiribe xwe dibîne. Lê em carek din dibêjin em ê li dijî vê pêşnûmeya amadekirina vê qanûnê têkoşîna xwe berdewam bikin û em ê wek sazî û komeleyên Elewiyan li herêm û bajaran civînan li dar bixin. Em ê daxwazên xwe dîsa dubare bikin. Em ê wek Elewiyan û kesên alîgirên demokrasiyê ne di 25’ê Kanûnê de komxebatekê li dar bixin. Em ê hemû aliyan vexwînin komxebatê. Wê têkoşîna me ya li dijî vê desthilatdariyê berdewam bike.”