Rêxistinên Civakî ji bo Abdullah Ocalan serî li Konseya Ewropayê dan

Gelek rêxistinên mafên mirovan, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sê girtiyên din ên li Îmraliyê, serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dan.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mezoportamyayê (MA), Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Weqfa Lêkolînên Hiqûq û Civakê (TOHAV) serî li komîteyê dan.

Serlêdana rêxistinên mafên mirovan têkildarî "cezayên girtîgehê yên girankirî" ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Hayatî Kaytan, Emîn Gûrban û Civan Boltan e.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) ji ber ku bi kontrolkirina bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) berpirsyar û wezîfedar e, serlêdan li Konseya Ewropayê (KE) hate kirin.

Di serlêdanê de işaret bi biryarên DMME'yê hate kirin ku mehkûmkirina Rêberê Gelê Kurd, her wiha Kaytan, Gûrban û Boltan a bêyî derfetê berdana bi şert li cezayê muebbetê hatine mehkûmkirin, li dijî xala 3'an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye. Di serlêdanê de ji komîteyê hate xwestin ku van biryaran di her civîna xwe ya heftane û demkî de bixe rojevê.

Saziyan di serlêdanê de bi bîr xistin ku Komîteya Wezîran heta niha ev biryarên têkildarî Abdullah Ocalan, Kaytan, Gûrban û Boltan hatine dayin nexistiye rojeva xwe.

Rêxistinan bal kişandin ser 4 pîvanên DMME'yê ku di nava Hiqûqa Tirk de bersiva xwe nîne û ev pîvan bi bîr xist: "Ceza ji aliyê hiqûqî ve dikare bê kêmkirin", "Bicihanîna ceza divê li gorî resosyalîzasyona hikumxwar be û li bidawîbûna rewşa metirsîdar bê", "Di pêvajoya jinûve nirxandina ceza de hikumxwar xwedî misogeriya ûsûlî be", "Ceza dikare bi fîîlî bê kêmkirin."

Di serlêdanê de hate ragihandin ku ji ber qedexeyên berdana bi şert, mafê hêviyê li şertê 'ceza ji aliyê hiqûqî ve dikare bê kêmkirin' nayê û hate gotin, "Mafê hêviyê" hebûna mekanîzmayeke ku ceza jinûve binirxîne ferz dike.

Rêxistinên mafên mirovan bal kişandin ser nîqaşên li ser rakirina cezayê îdamê yên sala 2002'an li Meclîsê hate kirin û daxuyaniyek Alîkarê Serokwezîrê wê demê Mehmet Alî Şahîn bi bîr xistin.

Di serlêdanê de hate bibîrxistin, ku Şahîn hingî gotibû "Eger hûn kesekî îdam bike wê carekê bimire. Eger hûn cezayekî giran lê bibirin hûn ê wî her roj bikujin". Di serlêdanê de hate destnîşankirin ku ev gotin, armanca desthilatdariya siyasî ya ji birîna cezayê giran a li Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî radixe pêş çavan.

Di serlêdanê de her wiha "Plana Çalakiyê" hate bibîrxistin ku 24'ê Tîrmeha 2015'an ji aliyê hikumetê ve hate pêşkêşkirin û hate destnîşankirin ku di rewşa heyî de planek nîne ku derfetê bide berdana bi şert.

Di serlêdanê de ev tespît hatin kirin

"* Têkildarî tedbîrên giştî de Plana Çalakiyê ya Hikumetê; ji peydakirina çareseriyê dûr e, planeke ku karibe qedexeya berdana bi şert ji holê rake nîne, ji bo rawestandina binpêkirinan guhertineke qanûnî yan jî tedbîrên girîng nîne.

* Tevî ku têkildarî Ocalan (2), Kaytan, Gûrban û Boltan cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê bêyî derfetê berdana bi şert hatiye birîn, Komîteya Wezîran mijar nexistiye rojeva xwe.

* Di nava karê qanûndanînê de, hewldanên ji bo rakirina cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî, li nava hikumetê bersiva xwe nîne. Pêşniyarên ku ji aliyê partiyên siyasî yên cuda ve têne dayin jî nayên nirxandin.

* Guhertina li xala 89'an a Qanûna Înfazê û Qanûna bi hejmara 7242'an hate kirin, derfetê berdana hikumxwarên muebbetê yê girankirî nagire nava xwe. Kompozîsyona desteyên îdare û çavdêriyê, kêmaniya ewlehiyên hikumxwaran di pêvajoya nirxandinê de û guncawiya qistasên nirxandinê mijarên hêjayî nîqaşê ne. Avaniya desteyên îdare û çavdêriyê ku ji personelên saziya înfazê pêk tê, astengiya li pêşiya tevlîbûna hikmxwar li pêvajoya nirxandinê û kêmaniya misogeriya ûsûlî pirsgirêkên li pêş çavan e.

* Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) jî di mijara mafê hêviyê de ji bo mesele bi esasî bikeve rojevê biryarek nedaye. Tevî ku DDB di dosyayên serlêdanên şexsî de biryarên li ser şopa biryarên DMME'yê dide jî, tevî tespîtên DMME'yê yên di mijara mafê hêviyê de li dijî Tirkiyeyê dane, DDB xwe ji nirxandina vê yekê vedigire. Dema ku DDB paralelî biryarên DMME'yê biryar da, hingî guhertinên qanûnî dikarin bêne kirin.

* Ji ber ku komîte têkildarî pêvajoya kontrolê dikare dane û agahiyên statîstîkî ji meqamên fermî yên li welêt bixwaze, ji ber ku ev dane ji raya giştî û rêxistinên civakî yên sivîl têne veşartin, xwestina daneyên li ser muebbetên girankirî ji Tirkiyeyê, ji bo dîtina tabloyê mecbûrî ye.

* Bila prosedura kontrolê têildarî doza komî ya Ocalan (2), Gûrban, Kaytan û Boltan, biryara binpêkirinê ku destpêkê di Adara 2014'an de hate dayin, Komîte bixe rojeva civînên xwe yên heftane û demkî.

* Komîte di têkiliyên dîplomatîk ên dualî de mijara serlêdanê ya pêwendîdar timî bixe rojevê.

* Nûnerên endamên komîteyê jî mijara serlêdanê bixin rojeva xwe û bişopîne.

* Têkildarî doza Ocalan (2) de ji ber ku di Plana Çalakiyê ya Hikumeta Tirkiyeyê gavên şênber nîne, di mijara tedbîrên giştî û şexsî de teqwîmekê diyar nake, tevî ku 7 sal di ser re derbas bûn jî di mijara binpêkirinên navborî de li hiqûqa hundirîn guhertin nehatiye kirin, berevajî hîn jî cezayê girtîgehê yê girankirî tê dayin, divê ji Hikumeta Tirkiyeyê Planeke Çalakiyê ya nû bê xwestin.

* Di Plana Çalakiyê ya nû de têkildarî 3 serlêdêrên din ên biryara binpêkirinê têkildarî wan hatiye dayin, tedbîrên giştî û şexsî bê xwestin.

* Komîte çawa ku di pêvajoya Laszlo Magyar v. Hungary (1) kir, bi heman rê û rêbazê ji Hikumeta Tirkiyeyê ji bo komên dozê hemûyan agahiyên statîstîkî bixwaze, ji Hikumeta Tirkiyeyê bixwaze ku li welêt çend mehkûmên ku cezayê girankirî lê hatiye birîn heye, li gorî salan ev ceza li çend kesan hatiye birîn, cezayê hikumxwaran kîjan salê misoger bûye, kesên cezayê muebbetê yê girankirî li wan hatiye birîn çend sal in girtî ne.

* Li gorî pîvanên di biryarên DMME'yê de hatine destnîşankirin, divê li Hiqûqa Tirk jî bê serwerkirin ku bêyî cihêkarî bê kirin, hemû mehkûm karibin ji derfetê berdana bi şert sûdê werbigire."