Rêxistina Efûyê: Tirkiye bi awayekî komî penaberan vedigerîn
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî da xuyakirin, ku Tirkiye bi hezaran penaber vegerandiye.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî da xuyakirin, ku Tirkiye bi hezaran penaber vegerandiye.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî du raporek weşand û diyar kir, Tirkiyeyê bi hezaran penaber li welatên jê hatine vegerandiye. Di raporê de hat destnîşankirin, ku bi lêkolînên li Hatayê hatin kirin re derketiye holê, ku pêkanînên rûmeta mirovan binpê dikin, hene.
Di raporê de hat gotin, "Li gelemperiya Tirkiyeyê bi taybetî li herêmên li ser sînorê Sûriyeyê, ji nava meha Çileyê û vir ve her roj bi sed hezaran jin, zarok û mêr ber bi Sûriyeyê ve tên şandin" û hat ragihandin, li Hatayê penaber bi awayekî komî tên vegerandin.
Midûrê Asya Navîn û Ewropayê yê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî John Dalhûîsen got, "Di nava yên hatine vegerandin de malbateke ji 24 kesan a li daîreyeke apartê ya li Antakyayê dijiya, hebû."
7 OTOBUS MIROVAN DIBIN SER SÎNOR
Di raporê de her wiha hat gotin, yên berê ji Sûriyeyê hatin weke 'penaberên Sûriyeyî' hatine qeydkirin, lê yên di dema dawî de tên, bi vî rengî nayên qebûlkirin.