Rêxistina Îstîxbaratê ya Swîsreyê: PKK tundiyê red dike

Di rapora ewlekariyê ya 2024'an de hate diyarkirin ku pîvanên bingehîn ên sîstema cîhanê heliyane. Têkildarî Kurdan jî hate gotin, "PKK ku nûnerê bingehîn ê Kurdan e, ji bo naskirina nasnameya Kurdan têdikoşe û tundiyê red dike."

Servîsa Îstîxbaratê ya Federal a Swîsreyê (SRC) Rapora Ewlekariyê ya Swîsreyê ya sala 2024'an weşand. Di raporê de ku bi giştî ji 90 rûpelî pêk tê, li gel gefên hundir û derve, bûyerên li cîhanê, polîtîkayên welatên weke DYE, Rûsya, Îran, Çîn û Koreya Bakur bi berfirehî hatin nirxandin.

SRC'ê diyar kir ku di asta navneteweyî de ew di demeke derbasbûnê ya nearam û metirsîdar de ne ku dikare têkiliyên hêzê ji nû ve diyar bike û got, "Dema vê pêvajoyê hîn jî nediyar e. Mîna Ewropa, Swîsre jî ji ber şer û krîzên li derdorê li gorî çend sal beriya niha hîn kêm ewle ye. Ewropa bi rewşeke welê re rû bi rû ye ku zorê dide wê. Şerê êrîşê yê ku Rûsyayê li hemberî Ûkraynayê da destpêkirin, ji aliyê polîtîkaya ewlekariyê ve dike ku Ewropa hîn bêhtir bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ve bê girêdan."

ROJHILATA NAVÎN WÊ BI RENGEKÎ CIDÎ BIHEJE

Di raporê de hate ragihandin ku şerê Îsraîlê yê li ser Xeze û Lubnanê wê Rojhilata Navîn bi rengekî cidî bihejîne û hate gotin, "Dibe ku Îsraîl weke hêzekê nikaribe Hamasê bi temamî ji holê rake. Ji Cotmeha 2023'an û vir ve zêdebûna şerê 'berxwedanê' yê li hemberî Îsraîlê zêde bûye. Ji meha Îlona 2024'an û vir ve Îsraîlê têkoşîna xwe ya li hemberî Hîzbûllah a Lubnanê zêde kir û li ber Îranê û stratejiya wê ya herêmî rabû.

Îsraîlê ispat kir ku dikare êrîşî binesaziya krîtîk a rêveberiya Îranê bike û kesayetên ji bo 'rêya berxwedanê' girîng in, bikuje. Îran jî xwedî fuzeyên balîstîk ên xurt e ku dikare gefê li Îsraîlê bixwe. Her wiha komên Şîa û Sûnî yên li herêmê, ku beşek ji wan bi êrîşên Îsraîlê lawaz bûnee jî, xwedî kapasîteya bikaranînê ne: Hîzbûllah a li Lubnanê, hin milîsên li Iraq û Sûriyeyê, Hûsî yên li Yemenê û Hamas û Cîhada Îslamî yên li xaka Fîlîstînê ya dagirkirî. Êrîşên Hûsiyan ên li ser keştiyên bazirganiyê yên li Derya Sor û Kendava Adenê bandoreke neyînî li ser xeleka tedarikê ya navneteweyî dike.

Hîzbûllah xwedî cebilxaneyeke xurt û bi bandor a hewayî ye û bi saya vê yekê dikare li hedefeke li Îsraîlê bixe. Heta niha di çarçoveya berjewendiyên Îranê de fûzeyên mezin ên balîstik nehatin bikaranîn. Êrîşên Îsraîlê yên ji Îlona 2024'an û vir ve têne kirin bandoreke cidî li lîderî û xeleka fermandariyê ya baskê leşkerî ya Hîzbûllahê kir.

Îsraîl li Şerîda Xezeyê dikare Hamasê ji aliyê leşkerî ve bieciqîne, lê belê li xaka Fîlîstînê ya dagirkirî û li nava kampên penaberan nikare wê weke tevgerek civakî bi temamî ji holê rake."

HÊMANÊN BINGEHÎN ÊN SÎSTEMA CÎHANÊ DIHELIN

Di raporê de hate gotin, "Eşkere ye ku em di demeke derbasbûnê ya ne aram û metirsîdar de ne ku di asta navneteweyî de têkiliyên hêzê xwe ji nû ve diyar bibin. Dema vê pêvajoyê nediyar e. Li gel vê yekê pîvanên bingehîn ên pergala cîhanê dihelin. Mantiqê dema ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê serwer bû jê diçin, nîşaneyên wê yekê diyar dibin ku sîstemeke nû ya cîhanê wê ava bibe. Weke encam, meyla çend salên dawî ya li qada stratejîk serwer e, avabûna du herêmên global e; ev yek dikare piştre bibe sedema avabûna blokan: Ya yekemîn welatên weke DYE, welatên Yekîtiya Ewropa, Japonya, Koreya Başûr û Awûstralya, ya duyemîn jî dewletên otorîter ên mîna Çîn, Rûsya, Koreya Bakur û Îran.

Ji bûyerên di dema şerê sar de qewimî cudatir, ev herdu herêm li cîhaneke globalbûyî ava dibin. Aktorên li herdu blokên hevrikê hev, hewl didin herdu herêman heta astekê bi sînor bikin, di heman demê de li herêmên xwe entegrasyona aboriyê xurt bikin; entegrasyona aboriyê ya transatlantîk a dewam dike, danîna têkiliyên Rûsyayê bi Çîn, Koreya Bakur û Îranê re weke mînak ji vê yekê re dikare bê nîşandan.

Hêzê herêmî yên mîna Hindistan, Erebistana Siûdî û Tirkiye ne dixwazin bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ne jî bi Çînê ve girêdayî bin. Ev welat li gel ku bi Çînê re bazirganiyê dikin, her wiha ji aliyê polîtîkaya ewlekariyê ve dixwazin bi DYE'yê re hevkariyê bikin. Di rewşeke bi vî rengî de sîstema ava dibe, diherike û hîn bi rêk û pêk nebûye. Di vê çarçoveyê de bêsîstemiya heyî ya cîhanê, şer, krîzên li Ewropa, Rojhilata navîn û Asyayê wê hîn bêhtir bikevin nava hev û ji aliyê stratejîk ve zorê bidin welatên Rojavayî."

DAÎŞ HÎN JÎ METIRSÎDAR E

Di beşa terorîzma cîhadîst a raporê de hate ragihandin ku DAÎŞ û El Qaîde li gelek deveran, her wiha li Swîsre û Ewropayê jî hîn metirsî ye.

Di raporê de hate gotin, "Efrîka bûye navenda karên cîhadîst. Komên ser bi Dewleta Îslamê û El Qaîdeyê û komên herêmî li parzemîna Efrîkayê çalak in.

DAÎŞ ji bo karibe bi demdirêjî weke rêxistineke terorê ya binê erdê bimîne, xwedî çavkaniyên malî yên pêwîst û hêza personeliyê ye. Rewşa jinûve avabûnê ya li Sûriye û Iraqê, beriya her tiştî bi têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê ve girêdayî ye. Hem li Sûriyeyê hem jî li Iraqê li kamp û girtîgehan hîn jî gelek piştevan û endamên malbatên DAÎŞ'iyan hene. Ev rewş ji bo xurtkirina rêxistinê ya bi şervanên nû, çavkaniyê diafirîne. Yên ku ji Ewropayê tevlî DAÎŞ'ê bûne, yên ku li herêmê girtî ne û piştevanên ku li Ewropayê hatine vegerandin ji bo ewlekariyê metirsî ne, ji ber ku ev xwedî tecrûbeya şer in û dibe ku hin ji wan xwedî derfeta xwegihandina tevneke berfireh bin.

El Qaîde jî ji bo rojeva cîhadîst a navneteweyî bi pêş ve bibe û sempartiya kesên xwedî motîvasyona cîhadê werbigire, wê karê xwe dewam bike. Bi saya şerê li Xezeyê dewam dike, propagandaya xwe belav dike."

PKK NÛNERÊ BINGEHÎN Ê KURDAN E

Di rapora Rêxistina Îstîxbaratê ya Swîsreyê de cih ji karên PKK'ê yên li Ewropayê û herêmî re hate veqetandin ku PKK li Swîsreyê di nava rêxistinên têne şopandin de ye. Di raporê de PKK weke nûnerê bingehîn ê gelê Kurd hate pênasekirin û hate gotin, "Partiya Karkerên Kurdistan PKK weke nûnerê sereke yê herêma xweser a li bakurrojhilatê Sûriyeyê û Kurdan, li Ewropayê ji bo naskirina nasnameya Kurdên li Tirkiye, Sûriye û Îranê têkoşîneke dûrî ji tundiyê dimeşîne.

PKK XWE JI TUNDIYÊ VEDIGIRE

PKK dilsozê armanca xwe ye ku dixwaze ji lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewropayê derkeve û wê dilsozê vê armanca xwe bimîne. Li gel tengezariyên gengaz û çend ji bûyerên tundiyê yên yekane, PKK dilsozê pîvana redkirina tundiyê ye. Eger rewşa li Bakurê Sûriyeyê û Bakurê Iraqê nebaş bibe yan jî têkildarî PKK'ê hin bûyerên nayên payin rû bidin, dibe ku PKK karên xwe yên dûrî ji tundiyê yên li Ewropa û Swîsreyê dem bi dem zêde bike."