Rewşenbîran ji bo rojnamegerên Kurd bang kirin
Rewşenbîran nerazîbûn nîşanî destgîrkirina rojnamegerên Kurd dan û bang li hemû kesî kirin ku li dijî desthilatdariya AKP-MHP bibin xwedî helwest.
Rewşenbîran nerazîbûn nîşanî destgîrkirina rojnamegerên Kurd dan û bang li hemû kesî kirin ku li dijî desthilatdariya AKP-MHP bibin xwedî helwest.
Nerazîbûnên li hemberî destgîrkirina 21 rojnamegerên Kurd berdewam dike.
Rewşenbiran bi daxuyaniyekî zextên desthilatdariyê ya li ser çapemeniyê şermezar kirin û bang kirin ku bila helwesteke dijber raber bikin.
Daxuyaniya rewşenbîran wiha ye;
“Em zextên li ser çapemeniyê şermezar dikin û bang dikin ku bila helwestek dij raber bikin!
Desthilatdariya AKP-MHP bi nêzîkbûna hilbijartinê re zextên li ser çapemeniyê û bi taybet li ser rojnamegerên Kurd girantir dike. Destgîrkirina 21 rojnamegerên Ajansa Mezopotamya û Jinnewsê ku xeynî nûçegîhaniyê ti sûcên wan tune ne û saetan kelepçehiştina wan ne tenê tê wateya binpêkirina çapemeniya azad, di heman demê de tê wateya binpêkirina mafên mirovan ên bingehîn.
Desthilardariya ku her ku diçe totalîtertir dibe, kîna xwe li hemberî kesên ku wek wan nafikire girantir dike. Dema ku ev bi zagona medya dijîtal bê nirxandin tê fêmkirin ku hedefa sereke ya zext û çavtirsandinan ew e ku dixwazin pêşiya mafê agahîstendina gel bigirin. Di heman demê de hewl dide binesaziya sextekariyên ku ji bo hilbijartinê tên kirin amade bike. Bi taybet dixwaze herikîna agahî û nûçeyan di derbarê mafên mirovan û binpêkirinên hilbijartinê de negihejê Kurdistanê.
Bêdengiya partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ya li hemberî zextan û weke her car guhnedana zext û zilma li ser Kurdan, tê wateya ku wê ev xisar bigihêje wan jî. Eşkere ye ku li qadekê çapemenî ne azad û serbixwe be, hilbijartinên azad û adîlane ne pêkan e.
Kî ji kijan eslê, bawerî û ziman be bila be, divê li hemberî hewldanên bêdengkirina rojnamegeran têbikoşin û nerazîbûnên xwe nîşan bidin. Yên ku îro bêdeng bimînin wê sibê mafê wan ê giliyê jî tunebe.
Em zexta li ser rojnamegeran bi tundî şermezar dikin û bang li hemû kes, dikin ku bila li dijî zextên desthilatdariyê bibin xwedî helwest û piştgiriyê bidin hevalên me.”
KESÊN ÎMZE DANE DAXUYANIYÊ
Navê kesên ku daxuyaniyê îmze kirine wiha ye;
1.) Abdullah Çetîn – Rojnameger
2.) Alî Çatakçin – Nivîskar
3.) Alîn Ozînîan – Rojnameger
4.) Amberîn Zaman – Rojnameger
5.) Arîs Nalci – Rojnameger
6.) Ayşe Hûr – Lêkolîner Nivîskar
7.) Ayşe Yildirim – Rojnameger
8.) Can Dûndar – Rojnameger
9.) Celal Başlangiç – Rojnameger
10.) Cengîz Aktar – Akademîsyen
11.) Dûnya Dogan – Hiqûqnas
12.) Elîf Yildirim – Helbestvan, Nivîskar
13.) Ergun Aydin – Rojnameger Nivîskar
14.) Ergun Babahan – Rojnameger
15.) Erk Acarer – Rojnameger
16.) Erol Koroglû – Akademîsyen
17.) Ertûgrûl Mavîoglû – Rojnameger
18.) Fûat Ateş – Rojnameger
19.) Hasan Tore – Siyasetmedar
20.) Hayko Bagdat – Rojnameger
21.) Huseyîn Levent Koker – Akademîsyen
22.) Îsmaîl Ozen – Sporvan
23.) Latîfe Akyuz – Akademîsyen
24.) Leyla Uyar – Rojnameger
25.) Mahîr Sayin – Siyasetmedar
26.) Mehmet Alî Çankaya – Berpirsiyarê rêxistinkirina AABK
27.) Murat Çakir – Nivîskar
28.) Neşe Ozgen – Akademîsyen
29.) Nevra Akdemîr – Akademîsyen
30.) Nîkos Michaîlîdîs – Akademîsyen
31.) Ohannes Kiliçdagi – Akademîsyen
32.) Osman Okkan – Rojnameger
33.) Ragip Duran – Rojnameger
34.) Selîm Eskîzmîrlîler – Akademîsyen
35.) Şehbal Şenyurt – Derhêner-Nivîskar
36.) Tuncay Yilmaz – Sîyasetmedar
37.) Yavuz Baydar – Rojnameger
38.) Yektan Turkyilmaz – Akademîsyen
39.) Yigît Aksakoglu – Civaka Sivîl
40.) Umît Kivanç – Rojnameger. “