Rewşa girtiyê bi nexweşiya pençeşerê Tamboga lê giran dibe

Rewşa girtiyê nexweş Ismaîl Tamboga ê 22 salî, ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T'yê ya Skenderûnê ye, giran dibe.

Li gorî daneyên Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê 605 rewşa wan giran hezar û 564 girtiyên nexweş hene. Yek ji girtiyê nexweş ku rewşa wî giran Ismaîl Tamboga yê 22 salî ye, ku pençeşêra zik lê heye û li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T'yê ya Skenderûnê ye.

Tamboga dema êrîşên qirker ên li ser Cizîrê, dema ku 16 salî bû hate destgîkirin û girtin. Dadgeha dagirker a Tirk cezayê 4 caran ê miebetê yê giran lê birî. Rewşa tendiristiyê ya Tamboga li girtîgehê her ku çû girantir bû.

Parêzera Tamboga Mehtap Sert got miwekîlê wî dema vegera ji nexweşxanê ew kirine koxuşa karantînayê.

Parêzer diyar kir ji bo ku miwekîlê wî bînin girtîgeheke nêzî Şirnexê ku malbata wî lê dijî heta niha gelek caran serlêdan kirine lê daxwaza wan nehatiye bicihanîn.

Parêzer Sert got Tamboga gelekî li xwe kêm kiriye, ji bo ku bi qasî hewce ye nikare bixwe rewşa wî lê giran bûye. Sert got ji ber tedawiya şaş a Nexweşxaneya Lêkolînê ya Antakyayê diranê miwekîlê wî xirab bûne, ji ber ku diranên wî parçe bûne nav devê wî enfeksiyonê girtiye. Sert her wiha got ji bo pençeşêra zik dibin nexweşxanê lê ji bo diranên wî hinceta pandemiyê nîşan diddin. 

Parêzer diyar kir ji bo ku hê endoskopî nekirine pirsgirêka sereke ya mîdeya wî jî çarser nabe, piraniya wextê wî li karantînayê derbas dibe, pirtûkên nû, rojnameya Yenî Yaşam, Evrenselê nadinê, tenê Milliyetê didinê. 

Sert herî dawî got rewşa tendiristiya Tamboga her ku diçe giran dibe, divê miwelîlê wî li nexweşxaneyeke têr û tije were tedawîkirin.