Rewşa girtîgehan ji ya 12'ê Îlonê girantir e

TUAY-DER a Çukurovayê diyar kir rewşa girtîgehan aji ya dema darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê girantir e û xwest daxwazên girtiyên grêva birçîbûnê bi cih were.

TUAY-DER a Çukurovayê têkilî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan a li girtîgehan daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Li daxuyaniyê ya li avahiya komeleyê ya li Akdenîzê rêveberên bajêr ên rêxistina HDP'ê û gelek kesa hazir bûn.

Rêveberê komeleyê Ergîn Altûntaş bi bîr xiste ku grêva birçîbûnê ketiye roja 152'an û got hbi hinceta kovîdê liş girtîgehan binpêkirina mafan zêde bûye.

Altuntaş her wiha got rewşa girtîgehan ji ya rewşa dema darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê girantir e û hê rewşa girtiyên grêva birçîbûnê girnatir nebûyî xwest ku daxwazên wan werin bicihanîn.

Altuntaş her wiha xwest ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi temamî were rakirin û daxwaza girtiyan li gorî peymanên navnetewî ye.