Rewşa dawî ya şerê navbera Ermenistan-Azerbaycanê

Di êrişên Azerbaycanê de yên bi piştgiriya dewleta Tirk êrişeke berfireh bir ser Karabaxê, bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dan. Ji qada navneteweyî banga agirbestê hate kirin. Fransayê ragihand ku ew bi gelê Ermen re ye.

Wezareta Parastinê ya herêma Qerebaxê ku Ermenistan piştgiriya wê dike, sibeha Duşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji ber êrişa Azerbaycanê 15 leşkerên wan jiyana xwe ji dest dane.

BI DEHAN KES MIRIN

Ji roja Yekşemê destpêkirina êrişan ve 32 şervanên Ermen jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 5 Azerbaycaniyên sivîl û 2 Ermenên sivîl ên li Qerebaxê jiyana xwe ji dest dan. Azerbaycanê li ser leşkerên xwe yên hatin kuştin daxuyanî neda.

Lê belê li gorî Wezareta Parastinê ya Ermenistanê derdora 200 leşkerên Azerbaycanê di şer de hatine kuştin.

Herêma Karabaxê ku Ermen lê dijîn, di sala 1991'ê de bi rengekî yekalî serxwebûn ragihandibû. Ev şerê ku bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan, sala 1994'an bi agirbestê bi encam bûbû. Azerbaycanê 13 ji sedî yê xaka ku îdîa dike yê wan e, winda kiribû.

NERAZÎBÛNA LI DESTWERDANA ÊRIŞKAR A TIRKIYEYÊ

Piştî ku roja Yekşemê ji nû ve şer dest pê kir, Ermenistanê rewşa awarte û seferberî ragihand. Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşîniyan diyar kir ku Azerbaycanê li dijî gelê Ermen 'şer ragihandiye' û diyar kir ku Ermenistan û Azerbaycan 'li ber şerekî mezin in'. Paşiyan her wiha nerazîbûn nîşanî destwerdana 'êrişkar' a Tirkiyeyê da.

Dewleta Tirk bi hemû rayedar û medya xwe di asta 'dijminatiya Ermenan' de tevdigerin. Li gorî agahiyan, Enqereyê di nava çend hefteyên dawî de bi sedan çete şandiye Azerbaycanê.

AZERBAYCANÊ REWŞA AWARTE RAGIHAND

Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê jî diyar kir ku wan 'li hemû eniyan dest bi operasyonê kirine'. Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev soza 'serketinê' da. Mîna Ermenistanê, Azebaycanê jî nîvê şevê ya roja Yekşemê 'rewşa awarte' ragihand. Hate ragihandin ku li paytexta Bakuyê û gelek herêmên din derketina derve hatiye qedexekirin.

DIBE KU LI BAŞÛRÊ KAFKASYAYÊ BELAV BIBE

Lûleyên petrol û gazê yên Derya Xezarê ji nêzî herêma Karabaxê derbas dibin. Piştî ku Azerbaycanê gef xwar ku wê êrişê bibe ser santrala nukleerê ya Ermenistanê, Ermenistanê jî têkildarî rîskên li ser Başûrê Kafkasyayê hişyarî da.

PÛTÎN BI PAŞÎNIYAN, ERDOGAN JÎ BI ALIYEV RE AXIVÎN

Di demekê de ku şer diqewime, Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi hempîşeyê xwe yê Ermenistanê Paşîniyan re bi rêya telefonê axivî. Lê belê li ser detayên axaftinê agahî nehatin parvekirin. Heman demê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan jî bi Îlham Aliyev re bi rêya telefonê axivî.

FRANSA: EM BI GELÊ ERMEN RE NE

Ji qada navneteweyî jî gelek hêzan daxwaza agirbestê kirin. Neteweyên Yekbûyî û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji wan hêzan e ku daxwaza agirbestê kirin.

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew bi rêveberên Ermen û Azerî re axiviye û xwest li Karabaxê tavilê agirbest pêk were.

Macron got, "Her kes zane ku Fransa nêzî gelê Ermen e. Divê di dema herî nêz de li hev bikin. Fransa her tim bi gelê Ermen re ye."

Macron destnîşan kir ku Fransa weke Hevserokê koma Mînskê amade ye ku berpirsyariyên xwe pêk bîne. DYE, Fransa û Rûsya di nava koma Mînskê de cih digirin. Vê komê navbeynkarî di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de kiribû.