Rewşa dawî ya Şengalê

Piştî ku Kerkûk yekser radestî milîsên Heşdî Şabî hate kirin, di şeva 16'ê Cotmehê de li Şengal û hin wîlayetên din jî Heşdî Şabî kete nava liv û tevgerê. Me jî hewl dan li Şengalê bûyeran ji nêz ve bişopînin.

Liv û tevgera Heşdî Şabî ya li Şengalê nîvê şevê dest pê kir. Pêşmerge di destpêkê de xwe ji gundê Herdanê vekişandin. Piştre saet di 03:00 de hêzên pêşmerge yên li navenda Şengalê çeperên xwe terikandin û ji hêzên Heşdî Şabî re hiştin. Li dû navenda Şengalê, pêşmergeyên PDK'ê xwe ji Solak, Verdiye, Kizil kent, febîqeya çîmento û hin cihên din vekişandin û radestî hêzên Heşdî Şabî kirin.

Bi ti awayî şer derneket û ev herêmên navborî bi carekê ve hatin radestkirin. PDK a ku îro fortên rizgariyê dike, mîna sala 2014'an careke din mohra xwe danî binê xiyaneteke dîrokî. Ji bo ser xiyaneta 3'ê Tebaxê binixumîne, serî li her şêwe derew, dek û dolaban dan. Yên ku ev kirin, gelo ji bo nixumandina vê xiyanetê wê çi bikin? Tevî ku qada liv û tevgera Heşdî Şabî dihate kirin, me jî texmîn nedikir ku pêşmerge çeperên xwe bi bayê bezê radest bike. Şer neqewimî bû. Dema ku em sibehê hişyar bûn, me dît ku li nuqteyên pêşmergeyan tenê al hatine guhertin.

Ev rewş bû sedem ku civaka Êzidî bikeve nava fikaran ku ji nû ve dixin nava planeke qirêj. Xiyanet vê carê bi ser neket, plan bi cih nehat. Êzidiyan cih û warên xwe neterikandin. Di vê de para herî mezin bêguman berxwedana mezin a çar salan a YBŞ û gerîlayên Kurdistanê ye. Berxwedana çar salan derxist holê, ku rastiyeke gel heye û xwe dispêre hêza xwe, di azadiyê de israr dike û ti carî dest ji berxwedanê bernade.

Ligel vê yekê, di hin organên çapemeniyê de hin agahiyên spekulatîf bi zanebûn weke propagandayê tên weşandin. Em bi çavên xwe dibînin, ku Şengal ne di kontrola Heşdî Şabî de ye, tenê hin nuqteyên di destê PDK'ê de bûn ketine destê Heşdî Şabî. Hêzên YBŞ'ê ji navenda Şengalê heta sînorê Rojava, ji Xanesorê heta Sikiniye-Hayale-Medîbanê hemû bend û çeperên xwe diparêzin. Qadên ku rizgar kirine, diparêzin.

Rayedarên YBŞ'ê dibêjin, ew heta dawiyê hewl didin pirsgirêkê bi rêbazên diyalogê û siyasî çareser bikin, lê belê eger êrîşeke biçûk bê kirin an jî gef li herêmên wan û gel bi xwarin, wê heta dawiyê li ber xwe bidin. Civaka Êzidî destnîşan dike, ku ji kê tê bila bê, hewldana rakirina fermaneke nû û tinekirina îradeya civaka Êzidî, wê bi ti awayî bi ser nekeve. Di vî warî de amadekarî jî hatine kirin, tedbîr jî hatine girtin. Şervanên Êzidî yê ji me re diaxivin dibêjin, ku civaak Êzidî êdî ne ya berê ye, rev rizgarî nîne û destnîşan dikin, ku xiyanet û planên dagirkeriyê êdî bi ser nakevin.

Civaka Êzidî ku ji bo alîkariyê berê xwe didin çeperên YBŞ'ê, ji aliyekî ve dibêjin ku wê tevî zarokên xwe heta dawiyê li ber xwe bidin, li aliyê din jî nerazîbûna xwe ya ji ber xiyaneta PDK'ê tîne ziman. Gotinên dayikeke ku berê xwe da çeperên YBŞ'ê, asta hişmendiya civaka Êzidî radixe pêş çavan: "PDK a ku bi her awayî planên qirêj li dijî YBŞ'ê dike, êrîş kir û bi hemû hêza xwe hewl da YBŞ'ê ji Şengalê derxîne, ti derdê xwe yê azadiya civaka Êzidî nîne. Li pêşberî dagirkeran, tecawizkaran û nameradan, ev gel timî li naverastê hişt û xiyanet lê kir."

Gel vê kevneşopiya siyasî, kevneşopiya xiyanetê bi vî rengî dinirxîne. Civaka Êzidî ku hê êşa 2014'an dikişîne, bi destê PDK'ê careke din hewl hate dayin ku di nava xiyanetê de bê hiştin.

Pêvajoya van 3 rojên dawî ya li Başûrê Kurdistanê eşkere nîşan dide ku planeke nû ya dagirkirinê sazkar bûye. Ev plan bi hikumeta navendî ya Iraqê û bi hin hêzên hevkarên wan Kerkûk û bajarên dî yên Kurd û gelên din bi hev re dijîn vedixwîn nav xwe. Piştî şerekî demkurt ê li Kerkûkê, bi fermaneke ku eşkere ye ji jor ve hatiye, hemû hêzên pêşmerge xwe vekişandine û tenê komeke gerîlayên HPG'ê, pêşmergeyên dêrîn û gelê dildar xeteke parastinê ava kirine lê ji ber ku pêşmerge bi temamî vekişiyan û bajar radestî Heşdî Şabî kirin, ev hêz roja dî sibehê neçar mane ku vekişin.

Bi rewşa dawî re her çendî hewldanên ku şer û êşên nû çênebin derketibin holê jî atmosfer rageş didome. Eger em dubare bikin; tiştên ku van çend rojên dawî tê jiyîn diyar dike ku planeke nû sazkar e ku yek ji vê parçeya mezin ê vê planê PDK ye.

Dînamîkên li Şengalê diyar dikin ku li dijî vê rewşê ew ê destkeftiyên gel biparêzin û qadên ku ew lê ne biparêzin. Rewşa konjonkturel a berdest nîşan dide ku tê xwestin li Kurdistanê êşen nû werin jiyîn û hemû destketiyên Kurdan werin desteserkirin.