Rewşa 3 girtiyên din ên nexweş giran e

Komele û înîsiyatîfan bal kişandin ser rewşa giran a girtiyên nexweş Mûrat Gunturk, Naîl Demîr û Abdûrrahîm Çetînkaya û girtiyê şehîd bûyî Ramazan Tûran bi bîr anîn.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya "Rûniştina F" ya 513'emîn li avahiya komeleyê ya Taksîmê pêk anî. Vê hefteyê bal hat kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweşê giran Mûrat Gunturk ê li Girtîgeha Sergirtî ya Hejmar 5 a Sîlîvriyê tê girtin.

Endamê komîsyonê Mehmet Acettîn diyar kir ku binpêkirinên li girtîgehan dewam dikin û jiyana girtiyan di bin xeteriyê de ye. Acettîn her wiha anî ziman ku şehadeta Ramazan Tûran ê 70 salî ku di 21'ê Çile de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê di hucreya yek kesî de dihat ragirtin delîla vê ye.

Acettîn derbarê rewşa tenduristiyê ya Mûrat Gunturk (38) ê li Girtîgeha Tîpa L ya Hejmar 5 a Sîlîvriyê de agahî da û wiha got: “Teşxîsa tumora mejî ya xirab (kanserê) lê hat dayîn, lê hat gotin ku divê ji nû ve emeliyat bibe. Ji ber ku di emeliyata destpêkê de tevna penceşêrê bi temamî nehat rakirin, lê bi derengxistina emeliyat û dermankirina wî, jiyana wî dixin metirsiyê. Emê li hemberî terikandina Gunturk ê ku giliyên wî yên beriya emeliyatê ku werimînên di serê wî de û jibîrkirin jî lê zêde bû ji mirinê re bêdeng nemînin.”

Acettîn bi bîr xist ku Murat Gunturk di greva birçîbûnê ya sala 2018’an de li aliyê çepê serê wî bêhiş bûye û wiha got: “Tevî ku gelek caran serlêdan kiriye jî naşînin nexweşxaneyê û bi dermanên êşê vedigerînin. Günturk tê gotin ku piştî muayeneya li nexweşxaneya ku ew sewqî wê hatiye kirin, tam salek û nîv şûnde di mejiyê wî de girseyek çêbûye û pêdivî bi emeliyatê heye. Gunturk, diyar kir ku di Mijdara 2021’an de girse hatiye emeliyatkirin û girse hatiye rakirin û piştî emeliyatê 3 roj şûnde şandin girtîgehê.”

Acettîn anî ziman ku bi giştî 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê li Gunturk hatiye dayîn wê di Adara 2022’an de biqede û tevî pirsgirêkên wî yên tenduristiyê jî bersiva daxwaza parêzerê wî ya taloqkirina înfazê nehat dayîn û got ku jiyana Gunturk xistine xeteriyê. Acettîn, da zanîn ku divê hemû girtiyên nexweş bên berdan û binpêkirin bi dawî bibin, Acettîn her wiha banga hişyariyê li gel kir.

Birayê Mûrat Gunturk Nacî Gunturk jî got, "Birayê min salek û nîv e sewqî nexweşxaneyê nehatibû kirin. Eger di wextê xwe de bihata teşxîskirin, dibe ku bi dermanan re derbas bibûya. Bi taybetî jî doktorê nexweşxanê ji ber dijminatiya xwe bi dilxwazî ​​ev yek taloq kiriye. Jixwe şert û mercên girtîgehê pir xirab in, wê emeliyata wî dîsa dereng bixînin, sewq nayê kirin. Ji ber vê yekê ez dixwazim ku ew di zûtirîn dem de were berdan. Hewl daye ku bi nameyan xesbkirinên mafan yên pêre rû bi rû bûye ji parêzer û saziyên parêzerên mafan re ragihîne, lê name ji aliyê rêveberiyê ve hatine desteserkirin û nehatine şandin."

ENQERE

Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş cara 385’an li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Omer Farûk Yazmaci, rewşa girtiyên nexweş Naîl Demîr û Abdûrrahîm Çetînkaya yên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Afyonê tên girtin vegot.

Yazmaci bi bîranîna Ramazan Tûran ê 70 salî ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê şehîd bû dest bi axaftina xwe kir û got, “Remezan Tûran ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. Ragirtina girtiyan li cihên yek kesî binpêkirina mafê jiyanê ye."

Yazmaci anî ziman ku Naîl Demîrê ku zêdeyî 29 sal in di girtîgehê de ye rewşa tenduristiya bedenê wî perîşan e û wiha got: "Penceşêra prostatê ya hesin a wî heye, 4 sal in nexweşiya pençeşêra kolonê jî heye û emeliyata rûviya mezin kiriye, ji ber vê yekê neçare bi tûrikê kolostamî bijî. Ji bo dermankirina penceşêra kolonê tenê hebekê dixwe û ji ber ku di her du çavên wî de lens hene, rewşa çavê wî pir nebaş e. Ji ber iltîhaba herdu gurçikan pir zehmetî dikişîne. Li pişta xwe emeliyat bûye, dîska stûyê wî heye û li milê çepê jî bi temamî masûlkeyê wî pelçiqî ye.”

Yazmaci diyar kir ku Abdurrahîm Çetînkaya di sala 2007'an de dema hat destgîrkirin jî rastî êşkenceya giran hat û wiha pêde çû: "Pirsgirêkên tenduristiyê yên îro dijî ji ber êşkenceyê ne. Roviyên wî ji hev qetiyane, zirareke mayînde çêbûye û hê jî xwîn jê tê. Di demên dawî de xwînrêjiya wê zêdetir bûye. Dîsa di heman êşkenceyê de di dema guwaştina navbera lingên wî de hêkek wî teqiya ye. Heta niha dermankirina vê nexweşiyê nehatiye kirin. Di hêkên wî de her tim werimandin û şînbûn çêdibe. Di çûyîna tuwaletê de zehmetiyê dikişîne. Dermanên demkî tên dayîn, lê heman êş berdewam dikin."

Yazmaci destnîşan kir ku Çetînkaya di dema êşkenceyê de gelek caran serê wî li betonê hatiye xistin û di encama wê de her tim dengên cuda dibihîze û carinan guhên wî qet nabihîzin û wiha got: “Tevî ku mafê Abdurrahîm Çetînkaya heye ku bi şertê kontrola edlî bê berdan jî, lê dîsa jî bi biryarên desteya çavdêriyê li girtîgehê tên girtin."

Yazmaci ji bo ku Demîr û Çetînkaya li derve bên dermankirin xwest ku werin berdan.