Rêveberiya Xweser NRD derewand

Hevserokê Konseya Karê Derve ya Rêveberiya Xweser Dr. Abdulkerîm Omer îdîaya ku Elmanya daxwaza radestkirina 25 jinên DAÎŞ’î û zarokên wan kirine û wan jî red kiriye, derewand.

Saziya Radyo û Televîzyon a Bakurê Elmanya (NDR) ragihand ku Wezareta Karê Derve ya Elmanya di meha Çileyê de lîsteyek ku ji navên 25 jin û zarokên wan pêk tê radest kiriye, îdîa kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê radestkirina jin û zarokên DAÎŞ’î red kiriye.

‘NE DAXWAZEKÎ WIHA BÛYE, NE JÎ REDKIRIN’

Têkildarî mijarê Hevserokê Koseya Karê Derve yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Abdulkerîm Omer ê me pêre hevdîtin kir, îdîayên têkildarî vê mijarê red kir û got: “Îdîayên  ku Elmanya ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxwaza jin û zarokên DAÎŞ’î kiriye û Rêveberiya Xweser jî ev red kiriye, ne rastin.”

GELEK WELAT BERPIRSYARIYÊ NAGIRN SER XWE

Ji 52 welatan endamên DAÎŞ’ê û dîsa jin û zarokên DAÎŞ’î li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên ragirtin. Li Kampa Holê nêzî 10 hezar û 500 jin û zarokên DAÎŞ’î yên welatiyên Iraq û Sûriyeyê hene. Welatên ku hemwelatiyên wan in berpirsyariya van jin û zarokan li ser xwe nagirin.

Rêveberiya Xweser bang li welatan kiribû ku welatiyên xwe yên DAÎŞ’î bigirin, ji bo kampan projeyên hevpar pêk bînin û avakirina dagehek navneteweyî kiribû. Konseya Karê Derve ya Rêveberiya Xweser, ji bo dewletên ku serlêdan kirin ku dixwazin welatiyên xwe bigirin, jinên DAÎŞ’î bi fermî radestî wan kirine. Hinek welat di asta sînordar de welatiyên xwe girtin, gelek welatan jî heta niha welatiyên xwe yên li kampan negirtine.

Yek ji welatên ku tu welatiyên xwe negirtiye jî Elmanya ye.