Rêveberê DEP’ê yê dewletê qetil kir, li ser gora xwe hatin bibîranîn

Li Êlihê rêveberên DEP’ê Habîb Kiliç û Metîn Ozdemîr ên Îlona 1993’an ji aliyê dewletê ve hatibûn qetilkirin, li ser gora xwe hatin bibîranîn.

Endamê Meclîsa Partiya Demokrasiyê (DEP) Habîp Kiliç ê di 2’yê îlona 1993’an de li Êlihê hat qetilkirin û rêveberê DEP’ê yê Êlihê Metîn Ozdemîr ê piştî wî du rojan bi parlementerê DEP’ê Mehmet Sîncar re di encama êrîşa çekdarî de jiyana xwe dest da, li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz a qeyûm tayînî şûna wê hate kirin, hevjîna Habîp Kiliç, Gulten Kiliç û gelek endam û rêveberên HDP’ê beşdarî, bîranîna ku Rêxistina HDP’ê ya Êlihê lidar xist bûn.

 Beşdarvanên bîranînê, destpêkê li ser gora Habîp Kiliç a li Goristana Çamlicayê ew bibîr anîn. Hevjîna Kiliç, Gulten Kiliç a piştî deqîqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane hat kirin axivî, diyar kir ku ligel 28 sal derbas bûne jî şîna wan nû ye û xwest ku berpirsyar derkevin holê.

Parlementer Feleknas Ûca jî diyar kir ku kesên ji bo azadiya gelê xwe li ber xwe didin her tim bûne hedefa dewletê û wiha got: “Kesên Habîp qetilkirin piştî du rojan Sîncar û Ozdemîr qetilkirin. Armanca kesên ku qetlîam pêk anîn xitimandina têkoşînê bû. Lê ew 3 kesên wê rojê hatin qetilkirin niha gihiştina milyon kesan. Em careke din diyar dikin ku bi milyonan kes têkoşîna wan didomînin û wê bidomînin jî.”

Piştî axaftinan qûrnefîl danîn ser gora Kiliç.  

Piştre endam û rêveberên partiyê derbasî ser gora Metîn Ozdemîr bûn. Li vê derê Hevserokê HDP’ê Omer Kûlpû axivî û diyar kir ku ligel 28 sal bi ser qetilkirina hevalên wan derbas bûne jî hê cinayet nehatine ronîkirin û berpirsyar nehatine dîtin. Di bîranînê de dirûşmeya “Şehîd namirin” hatin berzkirin û qûrnefîl danîn ser gora Ozdemîr.