Rêveberê bajarê Rihayê yê ku beşdarî kongreya HDP'ê bû hate destgîrkirin

Rêveberê HDP'ê yê bajarê Rihayê Omer Altun ku beşdarî 5'emîn Kongreya Mezin a Asayî ya HDP'ê bû ku roja Yekşemê li Enqereyê hate lidarxistin, hate destgîrkirin.

Hat ragihandin ku Omer Altun ê 25 salî bi şev di ketina Rihayê de hatiye destgîrkirin.

Hat diyarkirin ku biryara destgîrkirinê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatiye dayîn lê sedema destgîrkirinê nehate eşkerakirin. Hate hînbûn ku Altun ê li Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Rihayê tê ragirtin, wê bibin Enqereyê.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê roja Yekşemê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di derbarê kongreya HDP’ê de bi hinceta "propagandaya rêxistinê" hatiye kirin lêpirsîn hatiye destpêkirin.