Rejîma Tirk li 15 gund û bajarokan qedexe îlan kir!

Li bajarê Bedlîs ê Bakurê Kuridstanê li 15 gund û bajarokan qedexeya derketina derve hate îlankirin.

Qedexe ji aliyê Walîtiya Bedlîsê ve hate ragihandin. Operasyona leşkerî ya li gund û bajarokên dikeve sînorên navçe û navenda Bedlîsê de weke hinceta qedexeyê hate nîşandan.

Li gorî daxuyaniyê li gundê û bajarokên Îçegeçît, Çaliduzu, Yavûzlar, Yukariolek, Aşagiolek, Ilıcak, Ogûlcak, Uçevler, Kaûpat, Aşagibalcilar, Yûkaribagcilar, Başmakli, Karakûş, Dûtkoy û Bayramalan ji 23’ê Tîrmehê heta ‘fermana duyemîn’ qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.