Rejîma Îranê du çalakvanên din bi dar ve kir
Hêzên rejîma Îranê 2 welatiyên din ên tevlî xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bûne, bi dar ve kir.
Hêzên rejîma Îranê 2 welatiyên din ên tevlî xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bûne, bi dar ve kir.
Hêzên rejîma Komara Îslamî ya Îranê vê sibehê Muhamed Mehdî Karamî û Seyîd Muhemed Huseyînî ku bi hinceta tevlî xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê bûne, bi dar ve kir.
Piştî serhildana li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ya piştî ku qetilkirina Jîna Emînî hatibû destpêkirin, heta niha 4 kes hatine darvekirin.
Rejîma Îranê berî niha Muhsîn Şikarî, Mecîd Riza Rehnewerd bidarve kiribûn.
Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê didome. Di vê serhildanê de heta niha zêdetirî 500 kes hatine kuştin û nêzî 20 hezar kes jî hatine girtin.