Rastiya ku bi berxwedana HPG'ê derkete holê -2-

Li gorî bîlançoya HPG’ê sala 2018’an a ku AKP wekî serkeftinekê diyar dikir, ne rast e. Di şerê 13 salan de tenê di salên 2012, 2016 û 2017’an de hejmara miriyên AKP’ê derketibû ser 2000’an. 

Li hemberî îddîaya AKP’ê ya ku diyar dikir di sala 2018’an de ew bi ser ketine, bîlançoya HPG’ê her tiştî zelal dike. Di şerê 13 salan de tenê di salên 2012, 2016 û 2017’an de hejmara miriyên AKP’ê derketibû ser 2000’an. Di sala 2018’an de ev hejmar bûye 2103 û ev jî diyar dike ku şerekî giran didome.

Ji du hezaran zêdetir leşker, polîs û tîmên taybet! Ev hejmar organîzasyona derewan a li Tirkiyeyê derdixe pêş.

Divê li Tirkiyeyê hin ronakbîr, demokrat û derdorên bipirsin ku ‘gelo ev cenaze li ku ne?’ Ji ber ku ji bo mirovên bi rûmet ‘faşîzm ne huşbûn e berevajî wê mecbûriyeta vegotinê ye.’

REJÎMA ERDOGAN TENGIJIYE

Hejmarên di bîlançoya salane ya HPG’ê de diyar kir ku gotinên Tirkiyeyê yên ku dibêje me PKK qedand, gotineke beredayî ye.

Ev hejmar ji bo duyemîn artêşa mezin a NATO’yê hezîmeteke mezin e. Di sala 2018’an de Ji bo Erdogan û berdevkê wî yê Karê Navxweyî Suleyman Soylû, ev bîlanço wateyên xwe yên girîng hene. Li gorî Erdogan PKK li ber qedandinê ye, gerîla dor lêhatiye girtin û her roj rêveberên rêxistinê tên kuştin. Di êrîşên dewletê de her cure derfet hatine bikaranîn lê berevajî vî tiştî 2000 hêzên wan mirine! Vê rewşa reel beriya her tiştî diyar dike ku ev şer di çapemeniyê de baş nayê cihgirtin.

DI WARÊ LEŞKERÎ DE DI SALA 2018’AN DE ÇI BÛ?

Di nava vê salê de çi pêk hat? Tirkiye pişta xwe spart dagirkeriya li Efrînê û bi teknolojiya pêşketî nêzî 163 operasyonên bejahiyê kiriye. Bi ser de jî 370 operasyonên hewayî li dar xistiye û bi 313 êrîşên bi helîkopteran piştgirî daye van êrîşan. Li hemberî van êrîşan jî gerîlayan 556 caran çalakî li dar xistine. Ji bo van 556 çalakiyan bi hezaran gerîla organîze bûne, bi hezaran gerîlayan amadekarî kirin û bi hezaran gerîla ev çalakî li dar xistine. Di encama van çalakiyan de nêzî 2103 (leşker, polîs) mirine, 56 wesayîtên zirxî hatine îmhakirin. Di nava salê de jî 523 gerîla şehîd bûne. Ev agahiyên giştî ne. Mesela ev çalakiyên gerîlayan, di hinekan de gerîla ketine nav tabûrên leşkeran. Lê li hemberî van çalakiyên gerîlayan artêşa Tirk bi fuzeyên ev şer kiriye.

WINDAHIYÊN AKP’Ê DI 13 SALÊN ŞER DE: 16.456

Hikûmeta AKP’ê di sala 200’an de li Tirkiyeyê bû desthilatdar. Ji sala 2002’an heta 1’ê Hezîrana 2004’an ji ber mewkiya PKK’ê ya bê çalakiyan ev sal bê şer derbas bû. Piştî planên êrîşên AKP’ê yên li dijî gelê Kurd û PKK’ê, PKK’ê 1’ê Hezîrana 2004’an biryara pêngava leşkerî da. Ji ber wê sala 2005’an de şer dîsan destpê kir û dem bi dem agirbest hate ragihandin û pêvajoya bê çalakiyan dem dem rawestiya û heta roja me ya îro hat. Em qala pêvajoya 13 salan dikin.

Niha em temaşeyî bîlançoya şerê 13 salan binêrin; Dewleta Tirik di van şeran de sala 2005’an 1076, sala 2006’an 853, sala 2007’an 446, 2018’an 1328, 2019’an 128, 2010’an 183, 2011’an 505, 2012’an 221, 2013’an 1, 2014’an 35, 2015’an 1557, 2016’an 3404, 2017’an 2626 û di sala 2018’an de jî 2103 windahî dan. Li beramberî vê di 13 salan de bi giştî 3093 gerîla şehîd bûn. Bi giştî windahiya şer ê di dema AKP’ê de 16456. Windahiyên herî mezîn pêvajoya desthilatdariya AKP’ê ya avakirina artêşa taybet de çêbûn. AKP îdîa dike ku sala 2018’an weke sala serketinê dide nîşandan li dijî wê bîlanço vêya dide nîşandan; Di nava 13 salên şer de windahiyên artêşa Trik 2012, di salên 2016 û 2017’an de derketiye ser 2000’î re. Hejmara 2013 a sala 2018’an jî dide nîşandan ku windahiyên giran didomin.