Rapora Nîsanê: 48 rojnamevan tên darizandin

Li gorî rapora Cemiyeta Rojnamevanan, di meha Nîsanê de 48 rojnamevan tên darizandin ku tê xwestin bi 485 salan bên cezakirin.

Cemiyeta Rojnamevanan têkildarî doza li dijî rojnamevanan rapora meha Nîsanê ya sala 2021'ê eşkere kir.

Li gorî rapora ku ji aliyê rojnamevan Hayrî Demîr ve hate amadekirin, meha Nîsanê li Stenbol, Wan, Mêrdîn, Êlih, Qers, Semsûr, Edîrne, Agirî û Amedê di 21 dozên cuda de herî kêm 49 rojnamevan hatin darizandin.

Di rûniştinên dozên navborî de hate xwestin ku 48 rojnamevan ji 165 sal û 3 mehan heta 485 sal û 9 mehan bên cezakirin. Her wiha têkildarî rojnamevanekî jî daxwaza tazmînatê ya 5 hezar TL'î hate xwestin. Têkildarî 5 rojnamevanên girtî dihatin darizandin jî biryara berdanê hat dayin.

Di raporê de hate ragihandin ku li Enqere, Amed û Stenbolê 10 rojnamevan hatine destgîrkirin.