Rapora APPG: Divê pênaseya ‘terorîst’ derheqê PKK’ê ji nû ve were nirxandin

APPG rapora bi mijara li Tirkiyê Temsîla Siyasî û Wekheviyê ya Kurdan temam kir. Di raporê de ji hikûmeta Ingiliz hate xwestin li ber biryara dadgeha Belçîkayê ya derheqê PKK’ê ya pênaseya ‘terorîst’ ji nû ve were nirxandin.

Parlamentoya Ingiltereyê Koma Kurdistan, Sûriyê û Tirkiyê (APPG) rapora bi mijara li Tirkiyê Temsîla Siyasî û Wekheviyê ya Kurdan temam kir. Di raporê de ji hikûmeta Ingiliz hate xwestin ku li ber ronkahiya biryara dadgeha Belçîkayê ya derheqê PKK’ê ya pênaseya ‘terorîst’ ji nû ve binirxîne û binpêkirinên mafan ên li Tirkiyê şermezar bike.

Komîsyonê diyar kir ji ber operasyonên Tirkiyê yên li Kurdistanê sivîl têne kuştin û birîndarkirin û ji hikûmeta Ingiliz xwest ji bo pêşî li van kiryarên wiha bigire zêdetir hewl bide.

Rapora ku mijara bihurî xebatên wê dest pê kir ji hêla şandeya bi seroktiya Wekîlê Partiya Karker a Ingiliz Lloyd Russel Moyle hate weşandin. Di raporê de li ser binpêkirina mafan a têkilî Kurdan û derdorên din, piştî delil û raporan nirxandin û pêşniyazan vedihewîne.

Di raporê de polîtîkayên zext û tundiyê ên li ser Kurdan tê destnîşankirin û polîtîkayên Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên van salên dawî Kurdan dike hedefa xwe hate vegotin.

Komîsyonê diyar kir wekîlên Kurd dibin hedef, têne girtin, êşkencde li wan tê kirin û diyar kir li ser mijara siyasiyên Kurd û girtiyên Kurd biryarên DMME’yê werin bicihanîn.

Hin diyrakirin û pêşniyazên di raporê de:

-APPG hatiye tespîkirin şaredar dema ku hatin destgîrkirin an jî girtin mafên wan hatine binpêkirin.

-APPG’yê tespit kiriye girtiya KCD’ê binpêkirina rêgezên civaka demokratîk e.

-APPG’ê tespit kiriye bi rengekî sistematik zext li komên ciwanên siyasî yên Kurd û bi ser HDP’ê ve tê kirin.

Di pêşniyazan de her wiha ji Hikûmeta Kraltiya Yekbûyî tê xwestin ku ev problem bi hikûmeta Tirk re were gotûbêjkirin, nûnerên Meclîsa Parlamenterana Konseya Ewropayê (MPKE) ji bo ku biryarên DMME’yê û KE’yê bidin pejirandin bi asta Konseya Ewropayê bînin rojevê, ji hikûmeta Kraltiya Yekbûyî her wiha tê xwestin ku ji bo kul i Tirkiyê bi asta xwecih hiqûq bi cih were û rêgezên demokratîk geş bibin zext li hikûmeta Tirk were kirin û tê xwestin ku hikûmet girtina KCD’ê şermezar bike û ji bo çareseriya demokratîk qewlên hikûmeta Tirk bi bîr bixe.

Di raporê de her wiha zex û zordariyên li ser rêxistinên civaka sivîl tê bibîrxistin û tê gotin saziyên çandî têne girtin û her wiha li ser ziman û çanda Kurdî polîtîkayeke cihêkir heye.

Di raporê de betalkirina Peymana Stenbolê ya ji hêla hikûmeta Tirk ve tê bibîrxistin û betalkirina peymanê tê rexnekirin.

Bi berdewamî zext û zordariyên li ser çapemeniyê jî tê bibîrxistin û tê diyarkirin li Tirkiyê azadiya çapemeniyê ji hêla hikûmeta Tirk ve tê binpêkirin û medyaya Kurd ji hêla dewletê ve hedef tê nişandan.

Di raporê de biryara dadgeha Belçîkayê ya li ser PKK’’ê ku gotibû PKK ne rêxistineke terorîst e tê bibîrxistin û tê gotin bingehê yasayî yê vê pênaseyê ketiye ber pirsan û tê gotin li Tirkiyê çi kesê ku ji bo mafê mirovan têdikoşin jî weke terorîst têne nirxandin, PKK bi niyeteke baş tevlî hevdîtinên aştiyê bûye û ji bo ku derbasî qada siyasî bibe hewldanên xwe hene.

Di raporê de tê gotin hikûmeta Kraltiya Yekbûyî heke ceribandinên xwe yên dîrokî ji bo destekdayina li aştiya Tirkiyê bi kar bîne ev ê binirx be, bang li hikûmeta Kraltiya Yekbûyî tê kirin ku bicihanîna etîketa ‘terorîzm’ê li ser siyasiyên Kurd û rêxistinên çandî û ji bo kesên ku tenê Kurd in û xweseriya Kurdan dixwazin nikare were bicihanîn, her wiha ji hikûmetê tê xwestin ku bala xwe bide ser gotinên hikûmeta Tirk ên di lêpirsînên HDP’ê de û guh bide ser PKK’ê.

APPG her wiha ji hikûmeta Kraltiya Yekbûyî dixwaze ku ji pênaseya rêxistina teröre ya Tirkiyê ya li ser PYD-YPG dûr bikeve û li qadê bi van rêxistinan re bixebite.

Her wiha ji hikûmetê tê xwestin ji bo ku PKK û hikûmeta Tirk peymaneke aştiyê denyin û destekê bide pêvajoyeke wiha tecrûbeyên xwe yên Irlandaya Bakur bi kar bîne.