Rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne‘ dan Yildirimê di rojiya mirinê de ye

Desteya Tendirustiyê ya Nexweşxaneya Tekîrdagê ku raporeke nû ji bo Gokhan Yildirimê bi daxwaza “darizîna adilane“ 237 roj in di rojiya mirinê de ye û ketiye 35 kîloyan, da û got ku divê Yildirim bibin girtîgehê.

Buroya Hiqûqê ya Gel, têkildarê rewşa dawîn a Gokhan Yildirimê bi daxwaza “darizîna adilane“ 237 roj in di Girtîgeha bi hejmar 1 a Tekîrdagê de rojiya mirinê digire, daxuyanî da. Yildirimê berê bi ketina heyeta Nexweşxaneya Bajar a Tekîrdagê biryara taloqkirina cezayê wî bi sê mehan hat dayîn û paşê şandin girtîgeheke din, ji ber ku rapora wî ya “Nikare di girtîgehê de bimîne“ hebû, rakirin Nexweşxaneya Bajar a Tekîrdagê. Desteya Tendurustiyê ya Nexweşxaneya Bajar a Tekîrdagê, bi rapora ku îro da, got ku divê Yildirim bibin girtîgehê. 

Parêzera Buroya Hiqûqê ya Gel Seda Saraldi ya li ber Nexweşxaneya Tekîrdagê daxuyanî da, diyar kir ku rojiya mirinê ya Yildirimê dikeve roja 239’emîn û wan nerazîbûn li dijî biryara girtina di nexweşxaneyê de daye, lê tevî nerazîbûyîna wan, Nexweşxaneya Bajar a Tekîrdagê raporek di der heqê Yildirim de daye û wiha axivî: “Heman şandeya pêşniyaza taloqkirina înfazê kir, got nikare di qawîşa girtiyan de bimîne, cardin li hev civiya û got ku divê Gokhan bibin Girtîgeha Ryê. Ev ne mitaleyeke zanistî lê ji tirsan e.“

Saraldi destnîşan kir ku Girtîgehên R yên Tirkiyeyê ji bo girtiyên nexweş bûne cihên mirinê û wiha pê de çû: “Ev lîstik ji bo Gokhan neyê berdan tên lîstin. Lê ev çare ye, divê demildest bê berdan. Şandina girtîgehê ya Gokhan, tê wê wateyê ku wê kesî lê binihêre nîn be û şertên wî xerabtir bibin. Ev biryar, biryara ji bo kuştina Gokhan e. Gokhan, divê demildest bê berdan.“