Rabûna tecrîdê hatina  aramiyê ye

Kurdistaniyan li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan helwest nîşan dan û gotin bi rabûna tecrîdê re wê aramî, aştî were welêt.

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan didome. Gelê Kurdistanê got tecrîd sûcê mirovahiyê ye û xwestin ku demildest tecrîda li ser Rêbertiya wan rabe. Welatiyan gotin bi rabûna tecrîdê re û destpêkirina hevdîtinan re wê demokrasi, aştî û azadî were tevahiya Rojhialta Navîn.

Welatî ji ANF’ê re axivîn.

Evgîl Turker ê Sûryan got bi rabûna tecrîda li ser vîna bi milyonan mirov Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re wê aştî û demokrasî were û domand, ‘’Rêzdar Ocalan vîna bi milyonan e. Nayê qebûlkirin ku vîneke wiha dîl were girtin, tecrîda giran li ser were danîn û derbarê tenduristiya wî agahî neye standin. Ez Sûryan im û vê rewşê taloke dibinim. Bi lezginî divê şandeyeke ji malbat û parêzeran pêk hatî divê pê re têkilî deyne û hevdîtinê bike. Ez bawer dikim ku ev hevdîtin wê gelek tiştan biguherîne. Ev ê ne tenê li Tirkiyê çareseriyên demokratîk bîne, her wiha li Sûriyê, Rojava, Iraq û Başûrê Kurdistanê jî gelek tiştan biguherîne. Ji ber ku bi milyonan mirov li bendê ne bê ka Rêzdar Ocalan çi difikire û wê çi peyamê bide.

RASTIYEK HEYE KU GELEK CARAN HATIYE ÇESPANDIN

Veysî Yavûz (50) got ne exlaqî û mirovî ye ku mirovekî ku bi milyonan mirov wî weke vîna xwe dibînin di zindanê de bi şertên tecrîdê bijîn û got, ‘’Her çendî bi bedena xwe li nav çar dîwaran be jî bir amana xwe azad dijîn û dide jiyîn. Tecrîd jixwe sûcê mirovaiyê ye. Êdî cîhan bi vê dizane û em dibînin, ji bo Ocalan, ji bo şikandina tecrîdê berxwedan û têkoşînek li cîhanê heye.

Heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di tecrîdê de be, Kurd û Rojhilata Navîn bi temamî wê tecrîdê de be. Di serî de Kurd, hemû mirovên li Tirkiyê ên xwedî wijdan,ji bo aştî  û aramî û demokrasiyê  divê li dijî tecrîdê têbikoşin û ev gelek caran hatiye çespandin.’’

 ‘BI HEVGIRTINEKE XURT EM DIKARIN GIRTÎGEHAN VALA BIKIN’

Murat Algeyîk got divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were berdan û wiha domand: ‘’Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Çi kesê ji xwe re dibêje mirov im, xwedî wijdan im, divê li dijî vê tecrîdê rabe. Bi rabûna vê tecrîd dij mirovî re li welêt û li Rojhilata Navîn êdî kes namire, li şûna şer wê aştî were. Êdî em naxwazin kes bimire.

Ne tenê Kurd, Ereb, Sûryan, Êzîdî hemû gel divê li dij tecrîdê rabin ser piyan. Em wiha têbikoşin ku hemû girtîgehên li Tirkiyê vala bibin. Hemû gel hay ji vê hene, hewceyî aştî û demokrasiyê ne lê çalakî qels dimînin. Ji bo ku hemû gel bi aştî bijîn bi lezginî divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û parêzer bikaribin wî bibînin.’’

 ‘BI TECRÎDÊ RE NIKARIN OCALAN JI GEL QUT BIKIN’

Me. Nezîr Alp jî got bi tecrîdê re dixwazin Ocalan ji gel qut bikin û domand: ‘’Tirkiyê bi vê tecrîdê re qanûna xwe bi xwe jî binpê kiriye. Her çendî li gor xwe vê normal bibînin jî ez vê bi bêbexlaqî dibinim. Bi van kirinan nikarin Rêzdar Ocalan ji me qut bikin. Rabûna tecrîdê ya li ser Rêzdar Ocalan wê hêviyên derbarê aştiyê zindî bike. Pêdiviya mirovahiyê bi vê heye. Êdî bêyî ku mirov ji tiştekî bitirse divê ji bo ku ev hêvî zindîtir bibe em dengê xwe bi dengekî bilind derxînin.’’