QSD’ê têkildarî serdana fermandarên koalîsyonê daxuyaniyek da

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî piştî bi Fermandarê CENTCOM û Serfermandarê Navenda Hêzên Tifaqa Navnetewî Kanneth McKenzîe û Nûnerê DYE yê Koalîsyona Navnetewî Wîllîam Roûbeck re civiya, daxuyaniyek da.

Fermandarê CENTCOM û Serfermandarê Navenda Hêzên Tifaqa Navnetewî Kanneth McKenzîe û Nûnerê DYE yê Koalîsyona Navnetewî Wîllîam Roûbeck serdana Federasyona Bakurê Sûriyeyê kirin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî piştî hevdîtina li gel her du rayedarên leşkerî li Navenda Çapemeniya QSD’ê daxuyaniyek da.

Di hevdîtina li navenda çepemeniyê hate kirin ev mijar hatin girtina dest.

“- Gefên ewlehiyê yên li ser sînorê di navbera Bakurê Sûriyê û Tirkiyê de.

- Planên kar û koordîneyê di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Koalîsyona Navneteweyî de ji bo berdewamkirina şerê li dijî terora DAIŞ`ê.

- Pirsgirêka kamp û dîlên DAIŞ`ê yên di destê Hêzên Sûriya Demokratîk de.”

Daxuyaniya kurt a ji aliyê Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ve hatî kirin wiha ye; “Nêrîna di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Koalîsyona Navneteweyî de di derbarê piraniya mijarên ku hatin nîqaşkirin de, wekî hev bûn. Her du aliyan li ser rêbaza diyalogê ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî û koordîneya ji bo tunekirina DAÎŞ'ê bi awayekî giştî teqez kir.”