QSD’ê merasîma serfiraziyê li dar xist: Wê têkoşîn bidome!

QSD’ê ji bo îlankirina serfiraziya li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê merasîmek li dar xist. QSD’ê diyar kir ku wê têkoşîna li dijî çeteyan bidome.

QSD’ê di çarçoveya Operasyona Bidawîkirina Terorê ya Pêngava Bagera Cizîrê, Baxoz rizgar kir a ku çeteyên DAÎŞ’ê ew dagir kiribû.

Li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê ji bo vê serfiraziyê alayek hate çikandin.

Piştî nîvro jî li Dêra Zorê  merasîma serfiraziyê li dar xistin.  Şervanên QSD, YPG, YPJ, gazî, pêşengên civakên Ereb û Kurdan, malbatên şehîdan ji bo merasîmê kom bûn.

Ji xeynî rêveberên kantonan û rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hêzên koalîsyonê jî tevlê bûn.

Wêneyên şervanên şehîd û alayên QSD’ê li qada merasîmê hate lidarxistin.

52 KÎLOMETREKARE HATE AZADKIRIN

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî li Qada Petrolê ya Omerê daxuyanî da û diyar kir ku wan li dijî çeteyên DAÎŞ’ê qonaxeke nû dane destpêkirin. Ebdî diyar kir ku wan 52 hezar kîlometrekare axa Sûriyeyê rizgar kirine.

’11 HEZAR ŞERVAN ŞEHÎD BÛN’

Ebdî diyar kir ku wan li dijî DAÎŞ’ê 11 hezar şehîd dane û 21 hezar şervan jî birîndar bûne. Ebdî şervanên şehîd bi bîr anî û ji bo birîndaran jî şifaya xêrê xwest.

TÊKÇÛNA ÇETEYAN LI KOBANÊ DEST PÊ KIR

Ebdî diyar kir ku li Baxozê ya ku di destê çeteyên DAÎŞ’ê e bû dagirkerî hatiye qedandin û got ku “Di şer de yê li dijî terorîstan şerê li Kobanê bû destpêka qedandina çeteyên DAÎŞ’ê”

Ebdî diyar kir ku ji gelek netewe û gelan şervan li dijî çeteyan şer kirine.

LI HEMBERÎ YEKÎNEYÊN VEŞARTÎ WÊ TÊKOŞÎN BIDOME

Ebdî bal kişand ser vî tiştî ku yekîneyên veşartî yên DAÎŞ’ê hene û ew ê têkoşîna wan a li hemberî van yekîneyên veşartî yên çeteyan bidome.