QSD: Di şerê li Eyn îsa de serçete jî di nav de 18 çete hatine kuştin

QSD’ê têkildarî êrîşa çeteyên girêdayî dewleta Tirk a li ser gundê Malikiyê ya Eynîsayê daxuyaniyek da û ragihand ku di êrîşê de çeteyê bi navê Îsmalî El Aydo jî di nav de bi kêmanî 18 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê li ser êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Eyn Îsayê daxuyaniyek da û agahî parve kir. QSD’ê ragihand ku di êrîşan de 4 şervanên wan birîndar bûne û piranî jîngehên sivîlan bûne hedefa êrîşan. Herwiha QSD’ê anî ziman ku hê jî navber navber şer dewam dike.

QSD’ê ev agahî parve kir: “Li roja 24’ê Mijdarê di saet 00:30’an de çeteyên dagirker ji çend milan ve xwestin bi awayek veşartî bikevin gundê Malikiyê ya bajarê Eyn Îsa. Di heman wextê de bajarê Eyn Îsa, derdora wê û derdora rêya M4 bi dijwarî hatin bombebarankirin. Şervanên me di çarçoveya parastina rewa de bersîvê wan êrîşan dan û bi çekên giran û navîn şer qewimîn. Di encama wan şeran de êrîş hat şikandin û komên çete ya ku xwestibûn bikevin gundê Malikiyê hatin îmhakirin. 

Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, çeteyê bi navê Îsmaîl El Aydo ku vê êrîşê bi rê ve dibir, herwiha berê emîrê DAÎŞ’ê bû jî di nav de herî kêm 18 çete hatin kuştin û gelek çete jî birîndar bûn. Di wextê êrîşê de balafirên bêmirov ya dewleta Tirk a dagirker bênavber li ser herêmê digeriyan.

Di êrîşên topbaranê de gelek cihên sivîlan hatin hedef kirin û zirarê madî gihîşt welatiyan. Herwiha ziyan gihişte sîstema elektirîka bajar.

Di şer de 4 şervanên me birîndar bûn.  Şer hîn jî navber bi navber bi çekên giran û navîn berdewam dikin.